'AKP bi girtin û binçavkirina dixwaze jinan bitepisîne'

  • jin
  • 19:37 27 Gulan 2020
  • |
img
 
AMED - Meclîsa Jinan a Platforma Ked û Demokrasiyê, girtina endamên Komeleya Jina ya Rosayê şermezar kir û destnîşan kir ku îqtidar dixwaze jinan bitepisîne, lê belê ew ê xwedî li têkoşîna jinan derkevin. 
 
Meclîsa Jinan a Platforma Ked û Demokrasiyê, têkildarî jinên hatin binçavkirin û girtin de xwest li Kolana Hunerê ya Semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê daxuyaniyekê bide. Lê belê polîsan ew asteng kir. Li ser vê jinan bertek nîşan da û li parka li xaçerêya ofîsê daxiyanî da. Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Jinan dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Em ji zextan natirsin' berz kirin û pankarta ku li ser‘Têkoşîna jinê nikare were darizandin’ nivîsandî hilgirtin.
 
‘AKP HERÎ ZÊDE ÊRÎŞÎ JINAN DIKE’
 
Di daxuyaniyê de Endama Desteya Rêveber a Navendî (MYK) a KESK’ê Gulistan Atasoy axivî. Aksoy, diyar kir ku pêkanînên dewletê yên faşîzan û yekperest êdî bûne wekît iştekî rûtîn û got: “AKP’ya ku xwe bi zextê dide jiyandin herî zêde êrîşî jinan dike û her roj hesab dike ku dê çawa berxwedana jinan têk bibe. Ev hişmendiya tirsonek herî dawî ser malên endamên Komeleya Jinan a Rosayê û aktîvîstên TJA’yê de girtin û ew girtin şandin girtîgehê. Dixwazin saziyên jinan bigirin, bi binçavkirin û girtinan jinan bitepisînin. Dilgeş jî li 781 zarokên ku di girtîgehê de zêde kirin.”
 
‘8’Ê ADARÊ KRÎMÎNALÎZE DIKIN’
 
Atasoy, da zanîn ku piştevaniya saziyên jinan, têkoşîna wan a li dijî tundî û tacîzê sûc hatiye hesibandin û got: “Tevlîbûna 8’ê Adarê jî sûc hesibandine. Kesên ku 8’ê Adarê krîmînalîze dikin bila bizanin ku weke her derê cîhanê, jin dê li ser vê axê jî di 8’ê Adarê de li qada bin. Hikûmeta ku di 8’ê Adarê de êrîşî meşa femînîst kirî û nikarî vîna jina bişkîne niha dixwaze bi vî şiklî bişkîne.”
 
Atasoy, anî ziman ku desthilatdarî şûna li dijî tacîz û tecawîzên li jin û zarokan û xwezayê tên kirin têbikoşe, êrîşê jinên li dijî tacîz û tecawîzê têdikoşin û bi taybetî jî êrîşî tevgera jinên kurd dike.
 
‘JIN BÊDENG NABIN’
 
Atasoy, destnîşan kir ku AKP bi awayekî kêfî hiqûqê, qanûnan bin pê dike û got: “Em Meclîsa Jinan a Platforma Ked û Demokrasiyê êrîşa li dijî Komeleya Jinan a Rosayê şermezar dikin. Em piştevaniya xebatên wan dikin û di têkoşîna wan de li rex wan disekinin. Em careke din dibêjin jin bêdeng nabin û îtaet nakin.”