Di 3 mehên dawî de 2 hezar û 125 jin serî li xeta îxbarê dane

  • jin
  • 09:08 5 Hezîran 2020
  • |
img

STENBOL – Di 3 mehên dawî de 2 hezar û 125 jin telefonî xeta lezgîn a Federasyona Komeleyên Jina ya Tirkiyeyê (TKDF) kiriye. Seroka TKDF'ê Canan Gullu, anî ziman ku bi şewbê re şideta li ser jinê zêdetir bûye.

 
Di 3 mehên dawî de 2 hezar û 125 jin ji ber şidetê telefonî xeta lezgîn a Federasyona Komeleyên Jina ya Tirkiyeyê (TKDF) kiriye. Di meha Adarê de 904 jin, di meha Nîsanê de 730 jin û di meha Gulanê de jî 491 jin telefonî xeta lezgîn a federasyonê kiriye. Her wiha Meclîsên Jinan daxuyandibûn ku ji 11'ê Adarê heya 20'ê Gulanê 51 jin hatine kuştin.
 
Seroka Federasyonê Canan Gullu, anî ziman ku di meha ewil a şewbê de jinan telefonî xetên lezgîn ên di bin banê dewletê de kirine, lê belê ji ber ku bersiva wan nehatiye dayîn serî li rêxistinên jinan dane. Gullu, diyar kir ku rêxistinên jinan demildest xwe bi rêxistin kirine û di şert û mercên şewbê de jî xebatên xwe domandine û got, bi vî awayî xwestine bibin bersiva jinan. Gullu, destnîşan kir ku di dema şewbê de saziyên jinan ji bo pêşîlêgirtina şidetê xebatine cidî nekirine.
 
SER ÎSTISMARAN HAT GIRTIN
 
Gullu, anî ziman ku nêzî 3 meh in der barê îstismara zayendî de îxbar nehatine kirin û bal kişand ser girtina bûyerên îstismarê. Gullu, destnîşan kir ku di meha ewil a şewbê de bi zor û zehmetiyên mezin re rû bi rû mane û got, lê belê gava mirov li daneyên îxbarê yê meha Nîsanê mêze dike dibîne ku şidet dewam kiriye û di meha Gulanê de jî şideta fizîkî û derûnî zêde bûye.
 
DAXUYANIYA 'CINAYETÊN JINA KÊM BÛNE' PIR TALÛKE YE
 
Gullu, bal kişand ser daxuyaniyên rayedaran jî û got, daxuyaniyên wekî 'Cinayetên jinan kêm bûne' daxuyaniyeke pir talûke ye. Gullu, got: "Tu carî em baş nehatine serwextkirin ku ka li Tirkiyeyê asta cinayetên jinan û şideta tê kirin çi ye. Çimkî ji bo daneyan xebatek tuneye. Rêxistinên jinan jî daneyên di çapemeniyê de dertên û daneyên bi rêya îxbaran tên parvekirin aşkere dikin. Yanî wêneyekî giştî yê asta şidetê tuneye."
 
DEWLETÊ BERPIRSIYARIYA XWE BI CIH NEANÎ
 
Gullu, destnîşan kir ku di dema şewbê de jinan nikaribûye xwe bigihînin saziyên dewletê û got, dewletê di vê pêvajoyê de Peymana Stenbolê daye ber nîqaşan. Gullu, anî ziman ku di vê pêvajoyê de dewletê berpirisyariya xwe ya ji bo jinan bi cih neaniye û got: "Heger Peymana Stenbolê pêk bihata niha belkî me ev yek nîqaş nekirina. Dane jî nîşan didin ku li Tirkiyeyê newekheviya civakiyî pir zêde ye. Ji bo polîtîkaya der barê jinan de baş pêk bê divê gav bên avêtin. Bila Tirkiye qanûnê der barê pêşîlêgirtina şideta li ser jinê pêk bîne."