'Leyla Guven sembola têkoşîna azadiya jinan e’

  • jin
  • 09:08 7 Hezîran 2020
  • |
img
DERSIM - Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê DÎlşat Canbaz, diyar kir ku bi betalkirina wekîltiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û girtina wê, têkoşîna jinan hedef digirin û got: “Guven sembola têkoşîna azadiya jinane.”
 
Bertekên li dijî betalkirina wekîltiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven, parlamenterê HDP'ê yê Amedê Musa Farisogullari û parlamentere CHP'ê Enis Berberoglu, dewam dikin. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Dîlşat Cambaz, bal kişand ser bêhiqûqiya heyî û têkoşîna hevpar a li dijî vê bêhiqûqiyê. 
 
‘PERGALA SERDEST JINÊ DIKE HEDEF’
 
Cenbaz, diyar kir ku bi dest pê kirina şewba vîrûsa koronayê qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê kirin û wiha axivî: “Niha jî bi fermana desthilatdariyê wekîltiya 2 HDP û 1 CHP’iyekê betalkirin. Pergala faşîzmê û desthilatdariya zilam bi taybetî jin kirine hedefa xwe. Bloka AKP û MHP’ê li her derê êrîşî beden û siyaseta jinê dike. Leyla Guven îfadeya tevgera jinên kurde. Sembola têkoşîna azadiya jinane. Di dema tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan de, bedena xwe ji birçîbûnê re razand. Ev vînek bû û ji me re dibêjin ‘em wê vînê dişkînin.’ Lê di rastiyê de Leyla denge têkoşîna jinane. Bi gotinên kirin û sekna xwe dîsa bersiva herî mezin da faşîzmê. Çongê xwe ne danîn erde, teslîm nebû û îro jî bi heman awayî têkoşîna xwe dewam dike.”
 
‘DIVÊ CHP BI CESÛR BE’
 
Cambaz, bal kişand ser helwesta CHP’ê ya li hemberî partiya xwe û wiha got: “Bi her awayî mafê me yê hilbijartinê heye. Dibe ku Enîs Berberoglu, ji partiyek din be, lê bi awayekê bihiqûq wekîltiya wî hat  xistin. Divê em cesur bin û netirsin ku bînin ziman. Serokê Giştî yê CHP’ê Kemel Kiliçdaroglû di daxuyaniya da de tenê qala Berberoglû kir. Qet behsa du parlamenterên HDP’ê nekir. Divê CHP hîn cesûrtir be. Lazime ku em li dijî faşîzmê bi hevre tevbigerin. Ji ber ku êdî tiştekê ku em winda bikin nemaye.” 
 
MA / Ayşe Surme