QERS - Bi ser Komkujiya Dîgorê ya ku 17 kes hatibûn qetilkirin, 31 sal derbas bûn. Faîlên komkujiyê hêj jî nehatin cezakirin.
Leşkeran bi ser sivîlên ku li dijî serdagirtinan û ferzkirina cerdevantiyê di 14’ê tabaxa 1993’yan e meş li dar xistine re gulebaran kirin. Di komkujiyê de 17 kes jiyana xwe ji dest dan, zêdetirî 200 kesan jî birîndar bûn. Bi ser bûyerê 31 sal derbas bûn. Tevî her komkujiyên li Kurdistanê tên kirin, faîlên vê komkujiyê jî di dadgehan de hatin pakkirin, dewlet wekî her car komkûjiyê kir sûca kesên hatine qetilkirin.
Mahmût Alinak ê piştî komkujiyê wek parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) a hatiye girtin, bi şandeyê re çûbû li herêmê wiha got: “Yên ku qerdarê dîrok û gel dê rojekê derkevin û hesaba vê yekê bipirsin.”
‘XWESTIN KOMKUJIYÊ TÊXIN SER PARTIYÊ’
Alinak destnîşan kir ku dema ew di meclisê de bûye agahiya komkujiyê girtiye û anî ziman ku yên ku xwestine xwînê bidin birîndarên li nexweşxaneyê jî hatine astengkirin.
Alînak bi bîr xist ku kesên hatine binçavkirin ji îşkenceyên giran derbas bûne, hemû reyadarên komkujiyê pêk anîne xwestin komkujiyê bavêjin ser PKK’ê û wiha got: “Şahidên bûyerê anîn ziman ku girê ku bûyer lê qewimiye, ji hêla hêzên dewletê ve hatiye dorpêçkirin û dan zanîn ku li hêrêmê destûr nedidan ku çûk jî bifire. Herwiha ji me re gotin ku yên bi ser gir sekinîne tîmên taybet bûne. Hemû şêniyên li navçeyê şahidî kirin ku li wê derê pevçûn çênebûye, zanîne ku dewlet xwestiye serê bûyerê bigire.”
‘MIROV LI PIŞT PANZERÊ VE GIRÊ DAN’
Alinak bi bîr xist ku gelek mirî û birîndar ji piyên xwe ve li pişt panzerê ve girêdayî, bi kaşkirinê anîn bajar û wiha pê de çû: “17 kes hatibûn kuştin û sedan kes jî birîdar bûbûn. Mirî û birîndar ji gundên Zibini, Zixçî, Mewreg, Nexwşan, Kizilkule, Pufik, Başkoy û Baceliyê bûn. Tevî ku dewlet bi ser sûc hate girtin tu tişt nehat kirin. Bi ser gule û çekan tu lêkolîn nehatin kirin ji ber hemû çek di nav çekên dewletê de hebûn.”
‘KUJER JI DEWLETÊ MEAŞ DIGIRIN’
Altinak anî ziman ku ji ber ku Komkujiya Dîgorê nehat ronîkirin, piştre gelek komkujî li dijî kurdan hatin kirin û got: “Vana li Roboskî, Nisêbîn, Sûr û Cizîrê qetlîamên xwe berdewam kirin. Darizandinên dozên qetlîaman bi salan weke formalîte berdewam kirin û weke ku dihate çaverêkirin, tîmên taybet ku komkujiyan kirin bêyî ku rojekê jî ceza bigirin, ser dosyeyan hatin girtin. Dema dadgehê tîmên taybet ên kujer beraat kir, doz çû Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Dadgeha 2'yemîn a DMME'yê, Tirkiyeyê mehkûmî cezayê tazmînatê kir. Dema ku can diçe gelo çi girîngiya pereyan heye? Kujer bi meaşên ku ji berîka me derdikevin, jiyana xwe di nava dewletê de didomînin. Ew bi rehetî pereyên xwe digirin lê canên me di bin axê de ne.”
‘HELBET WÊ LI HESABÊ KOMKUJIYÊ BÊ PIRSÎN’
Alinak diyar kir ku piştî bi salan ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiyê şitlên çaman çandiye lê şitlên wî nîvê şevekê hatine rakirin û got: “Dewlet hem kiryarê qetlîamê ye, hem jî tehamûlî şitlekî nake. Lê min wan şitlan ji bo bîranîna qurbaniyan çandibû. Min xwestibû mirovên me bên serdana wê bikin. Bila nebêjin ku me wê hovîtiyê ji bîra kiriye. Helbet wê rojekê hesabê qetlîamê bê pirsîn.”
ÇI QEWIMÎBÛ?
Bi hezaran gundiyên ku li ber zextên cerdevaniyê, serdegirtin û polîtîkayên îşkenceyê yên dewletê rabûn, sibeha 14'ê Tebaxa 1993'an li gundê Nexşanê li hev kom bûn. Girseya gel xwest ber bi navenda navçeyê ve bimeşe, lê belê 2 kîlometre beriya bigihêje Dîgorê pêşî li girseyê hat girtin. Li vê derê gule li girseya gel hate reşandin û 17 welatî hatin qetilkirin ku 5 ji wan zarok bûn.
Di komkujiyê de welatiyên bi navên Gulcan Çagdavul (8 ), Selvî Çagdavul (14), Yeter Kerencîler (13), Necla Geçener (14), Zarîfe Boylu (15), Erdal Bugan (17), Zeynep Çagdavul (19), Hacer Hacioglû (20), Suna Çîdemal (21), Fatma Parlak (22), Faruk Aydin (27), Cemîl Ozvariş (39), Giyasettîn Çalişçi (41), Hasan Çagdavul (43), Suleyman Taş (47), Nûrettin Orun (80) û Tutiye Talan (66) jiyana xwe ji dest dan û 63 kes jî birîndar bûn. Faîlên komkujiyê jî bi polîtîkaya necezakirinê hatin xelatkirin.
Darizandinê 11 salan dewam kir, lê belê ji ber ku biryarek nehate dayin, parêzerê dozê Tahîr Elçî sala 2004'an bi hinceta 'darizandina demdirêj', 'nemeşandina lêpirsîneke bi vandor' û 'binpêkirina mafê jiyanê' doz xist rojeva Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME).
Piştî ku DMME'yê doz qebûl kir, Tirkiyeyê sala 2006'an biryar li ser dozê da û têkildarî 8 polîsan bi îdîaya 'xweparastina rewa' biryara beraatê da. Polîsên ku parastina nivîskî ji dadgehê re şandin, îdîa kirin ku ji nava girseya gel timî bi roketan bombe li wan hatiye barandin. Lê belê di lêkolîna piştî komkujiyê de li cihê bûyerê têkildarî êrîşa bi roketan ti nîşane nehate dîtin.
Piştî ku Tirkiyeyê biryara beraatê da, Daîreya 2'yemîn a DMME'yê biryara xwe eşkere kir û Tirkiyeyê mehkûmî tazmînata maddî û manewî kir.