STENBOL - Dixtor Cegerxwîn Polat diyar kir ku cureyên belavbûna vîrusa “Sorika Meymûnan” pirr in û xwest di cihên wek wesayîtên komguhêz de maske werin bikaranîn û pêşîlêgirtinên vê nexweşiyê yên ku divê Tirkiyeyê bike rêz kir.
Nexweşiya “sorika meymûnan” li tevahiya dinyayê wek vîrûsa “Mpox” tê zanîn û bi lez belav dibe, ev jî fikarê zêdetir dike. Hat diyarkirin ku li Komara Demokratîk a Kongoyê ji serê salê ve heta niha 16 hezar û 700 bûyer hatin tesbîtkirin û zêdeyî 570 kesan jiyana xwe ji dest dan. Piştî ku nexweşî herî dawî li Tayland, Fîlîpîn û Swêdê hat dîtin, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) di 15ê Tebaxê de ji ber belavbûna vîrusê li Afrîkayê berdewam dike "rewşa awarte ya cîhanî" ragihand. Li Tirkiyeyê îdiayên ku li Sakaryayê welatiyekî Senegalî bi gumana vîrusê ketiye karantînayê ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve hat derewandin.
Endamê Komîsyona Mafên Mirovan a Odeya Tabîban a Stenbolê Dr. Cegerxwîn Polat têkildarî derketina meymûna sorikan, sedema wê û ev nexweşîn bi çi awayî digihîje mirovan û tevdîran axivî.
‘VÎRUS JI HEYWANÊN DIRANTÛJ BELAV DIBE’
Polat diyar kir ku ji ber ku di lêkolîneke di sala 1958’an de li koloniyên meymûnan hat kirin de navê vîrusê "Sorika Meymûnan" hatiye dîtin û destnîşan kir ku ev vîrus ji heywana (zoonotîk) peyda dibe. Polat anî ziman ku vîrus bi rêya gezkirina heywanên dirantûj derbasî mirovan dibe û diyar kir ku sedema vegirtina vê nexweşiyê ne bi rêya xwarinê ye.
‘LI TIRKIYEYÊ 12 WEQA HATIN RAGIHANDIN’
Polat da zanîn ku ev nexweşî ji sala 2022'an û vir ve di rojeva cîhanê de ye, lê ji ber belavbûna wê ya dawî rewşa awarte ya tenduristiyê hatiye ragihandin û diyar kir ku di vê heyamê de li Tirkiyeyê 12 weqa hatine ragihandin. Polat diyar kir ku ev bûyer di qeydên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) de jî hatine tomarkirin û got: "Varyanta wê demê zêde belav nebû û bûyer kêm bû."
‘WHO XETEREYÊ DÎT’
Polat der barê sedema ku vîrus dîsa derkete pêş de wiha got: "Wê demê 'Mpox klade 12' berpirsyar bû, niha em hîn bûn ku varyanta 'klade 1A' bi nexweşiyek nû û pêvajoyek nû dijî û dibe sedema enfeksiyonê. WHO jixwe derketinên nexweşiyên wiha dişopîne. Der barê awayên belavbûna wê de tespîtan dike. Gava ku ev yek li welat û parzemînên din dest pê kir û rêjeya mirinê di bûyerên ku bi taybetî li Komara Demokratîk a Kongoyê hatine ragihandin ji sedî 10 derbas kir, rewşa awarte ya tenduristiya giştî hate ragihandin û ji nû ve ket rojeva me."
NÎŞANEYÊN VÎRUSÊ
Polat anî ziman ku nîşaneyên vê nexweşiyê mîna her yek ji enfeksiyona zekemê bi sicirandina laşê mirov a zêde dest pê dike û diyar kir ku di laş de ji 2 rojan heta 9 rojan heyama înkubasyonê heye, lê ev yek dikare heta 21 rojan jî dirêj bibe. Polat wiha got: “Bi nîşaneyên wekî serêşî, bêhalî, gêjbûn û vereşînê çêdibe. Ev tişt di nexweşînên enfeksiyonên grîbal de jî têne dîtin. Ji ber vê yekê, hûn nekarin bi rastî zanibin ku ew nexweşiyek virusê Mpoxê ye, rojek berî ku nexweşî xuya bibe an piştî ku nexweşî xuya bibe. Ev nezelalî bi rastî bingehek ji bo belavbûnê diafirîne. Ji ber vê yekê, pêdivî bi vê yekê heye ku hin tedbîrên gelemperî bêne girtin. Dûv re, nexweşiyek mîna sincirandina laş, xirabûna rewşa giştî û di rojên pêş de, qalik radibe ku em jê re dibêjin makulopapular têne dîtin. Di rabûna wan qalikan de şilavî jî hene. A rast ew şilavên bi vîrusê ne, ji ber vê yekê ji bo belavbûnê rabûna wan qalikan belav dibe.”
ÇAWA BELAV DIBE?
Polat bal kişand ser vê yekê ku vîrus wekî Coronavirus (Kovîd) enfeksiyonek belav dibe ye û destnîşan kir ku awayê veguheztina nexweşiyê nemaze bi rêya dan û standina hilmê û gelek cureyên ku belavî hinek kesên din bibe hene. Polat da zanîn ku nexweşî bi rêya cil û bergên hevpar, hawîrdorên tuwaletê yên ku li gorî rêgezên paqijiyê tevnagerin, têkiliya zayendî, pêwendiya nêzîk a rêyên nefese, maçkirin, û têkiliya laşî belavî mirovan dibe.
Polat destnîşan kir ku heke ev nexweşiya sorika meymûnan bi Kovîdê re miqayese bikin Kovîd bêtir bi rêya danûstandina bêhnê belav dibû û wiha got: “Lê ji bo sorika meymûnan hin rêyên din ên belavbûnê hene. Lê bi qasî kovîdê zû belav nabe. Lê ji ber ku rêyên belavbûna wê zêde ne, rêxistina tenduristiyê ya cîhanê jî bifikar nêzî nexweşiyê dibe. Lewma hewceyî bi ragihandina rewşa awarte dît.”
DERZIYA SORIKA DIPARÊZE
Polat anî ziman ku kesên beriya salên 1980'î ji dayik bûne derziya sorika li wan hatiye xistin û parastina wê ji sedî 85 e û wiha got: "A rast derziya ji bo sorika meymûnan heye. Di vî warî de, em ji Covidê bi avantajtir in. Li ser vê yekê di sala 2019’an de ji hêla Amerîka ve derziyek hatiye lipêşxistin heye. Bi du dozên ku mehek bikeve navberê ji vê nexweşiyê parastin dibe. Parastina bi derziyê asta wê bilind e, ji sedî 90 baş dike.”
‘DIVÊ TEVDÎR BÊN GIRTIN’
Polat bal kişand ser tevdîrên li Tirkiyeyê li dijî vê nexweşiyê bên girtin û xwest li her cihî tevdîr werin girtin da ku rê li ber bîlanço û encamek giran veneke.