ŞIRNEX - Hiqûqnasên ku rapora têkildarî Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê aşkere kirin, bal kişand ser binpêkirinên mafan û ji bo mekanizmaya kontrola serbixwe bê avakirin bang li wezaretê û Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê kirin ku bikevin nava liv û tevgerê.
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Şirnexê, Komîsyona Şopandina Girtîgehan û Mafên Mirovan a Baroya Şirnexê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di 13’ê tebaxê de serdana Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê kiribûn. Saziyan rapora ku têkildarî serdana xwe ya girtîgehê bi raya giştî re amade kirin.
Di raporê de hate diyarkirin ku bi 16 girtiyan re hevdîtin hatiye kirin û bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş. Di rapora de hate ragihandin ku girtî ji mafê xwe yê tedawiyê mehrûm dimînin û hate destnîşan kirin ku girtî neçar dimînin ku li erdî rakevin.
AXAFTINA BI KURDÎ ASTENG DIKIN
Di raporê de hat gotin ku midûrê girtîgehê yê ku nû hatiye tayînkirin ji girtiyan dixwaze ku bi xizmên xwe re bi tirkî bi telefonê biaxivin û ji bo ku bi kurdî biaxivin daxwaznameyê bidin rêveberiyê. Hate diyarkirin ku ji bo bikarin bi kurdî biaxivin jî divê girtî an jî xizmên girtiyan bi tirkî nizanibe.
PÊŞNIYAR HATIN RÊZKIRIN
Di rapora ku hate diyarkirin ku girtî ji ber her tim tên şopandin di bin zextên psîkolojîk de ne û ev pêşniyar hatin rêzkirin: “*Dema ku mevzûata hiqûqî û navneteweyî bi prensîbên hiqûqî yên gerdûnî re bê nirxandin; Divê dawî li pêkanînên rêveberiya girtîgehê û personelên ku dibin sedema binpêkirina qedexeya îşkence, muameleya xerab û qedexeya cudakariyê ya di encama serlêdanên ku saziyên me wergirtine bên bidawîkirin û rêveberî wezîfeyên xwe yên erênî bi cih bîne.
* Di qanûna bi hejmara 5275’an de hatiye diyarkirin ku divê girtî di bin şert û mercên li gorî rûmeta mirovî de bên girtin.
* Hem di hiqûqa neteweyî de hem jî di hiqûqa navneteweyî de îşkence û muameleya xerab bi rengekî vekirî û teqez tê qedexekirin. Bi gotineke din di çi rewş û halan de îşkence û mûameleya xerab nikare li tu kesî bê kirin. Li ber çavan bê girtin ku di peymanên ku ew alî ne de, divê dewlet dawî li pêkanînên bi vî rengî bînin û ji bo pêşî li îşkence û pêkanînên xerab ên li girtîgehan bê girtin, tedbîrên pêwîst bigirin. Ev yek ji bo pêşîgirtina li îşkence û binpêkirina mafên mirovan ên din, ferzeke berpirsyariyên çalak ên dewletan e. Hemû pirsgirêkên ku li jor hatine rêzkirin di çarçoveya 'muameleya xirab' de ne. Muameleya nebaş bi pênaseya 'îşkenceyê' re heman e.
QEDEXEYA QANÛNÎ LI PÊŞIYA KURDÎ NE ASTENG E
Tu astengiya qanûnî li pêşiya girtiyan nîne ku bi telefonê bi kurdî biaxivin. Lê tenê axaftina bi zimanê tirkî li girtiyan tê ferzkirin. Divê dawî li pêşiya astengkirina zimanê kurdî bê anîn. Ferzkirina tenê bi zimanê tirkî binpêkirina mafên mirovan e.
Divê girtî dikaribin di hevdîtinên vekirî de li kêleka malbatên xwe rûnên û pêwendiyê bi wan re dikaribin deynin. Berovajî vê sepanên din dê li dijî rûmeta mirovan bin.
Divê xebatên sportîf, çandî û civakî yên girtiyan neyên astengkirin û xebatên kargehan ji bo girtiyan bên vekirin.
Divê ji bo ku girtî dikaribin cilên xwe ziwa bikin qad bê vekirin û heke qad neyê vekirin divê destûr ji bo hewşê bê dayîn ku girtî dikaribin cilên xwe lê raxin. Divê guhertina qawîşan li ser daxwazên girtiyan bicih were.
Têrnekirin û xwedîkirina bi tenduristî mafê bingehîn ê mirovan e. Divê xwarina paqij bidin girtiyan û girtîgeha xwarinê kontrol bike. Divê îdareya girtîgehê xwarinên li gorî girtiyên nexweş û girtiyên diyet in were veqetandin.
Divê îdareya girtîgehê ji bo ava paqij pirsgirêkan çareser bike û bi awayek têrkirî av ji bo girtiyan bê dabînkirin. Divê girtîgeh kelûpelên ji bo paqijiyê ji girtiyan re dabîn bike. Divê ava germ birêkûpêk bidin girtiyan.
Lazim e hejmara personelên enduristiyê ya li girtîgehê were zêdekirin. Divê girtiyan derxin revîrê û sewqên wan ên bo nexweşxaneyê were bilezkirin. Divê daxwazên girtiyan ên di vî warî de bê bicihanîn û teşhîs, tedawî û kontrol ji aliyê bijîşkên pispor ve were kirin. Divê kontrolên bijîşkan di dema xwe de bê kirin û dermanên girtiyan neyên derengxistin.
DIVÊ DAWÎ LI QANÛNA QEDEXEYÊ WERE ANÎN
Divê tavilê dest ji ‘qedexeya cihêkiriyê’ ya li ser girtiyan bê berdan û dawî li lêgerîna li qawîşan bê anîn.
Divê pirsgirêka raketine ya li qawîşan bê çareserkirin û nivîn û dolabên pêwîst ji bo girtiyan bên dabînkirin.
Divê tavilê dawî i çavdêrkirina bi kamerayê were anîn.
Vekirina lembeyên li cihê razanê û qada hevpar bên girtin û pirsgirêkên girtiyan ên di vî warî de bên çareserkirin.
Em daxwaz dikin ku rayedarên Wezareta Dadê û Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê û Navenda Mafên Mirovan a Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê li dijî sepanên îşkence û miameleya xerab a li girtiyan tê kirin, tavilê xebat bidin destpêkirin.