Roja Kesên bi Darê Zorê Hatine Windakirin: Divê dewlet hiqûqê ji dil pêk bîne

  • rojane
  • 10:26 30 Tebax 2024
  • |
img
RIHA - Kekê Nazim Babaoglû, Cemal Babaoglû diyar kir ku “Roja Kesên bi Darê Zorê Hatine Windakirin a Navnetewî” bi têkoşînê pêşwazî kirin û anî ziman ku daxwazên wan ên bûyerên di tariyê de bên ronîkirin û pêkanîna hiqûqê ya jidil a ji aliyê dewletê ve nehatin bicihanîn. 
 
Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 2011’an de 30’ê tebaxê weke “Roja Kesên bi Darê Zorê Hatine Windakirin a Navnetewî” qebûl kir. Malbatên windakiriyan li her derê cîhanê ku ji ber nasnameyên xwe yên siyasî hatine windakirin û gelek ji wan cenazeyên wan jî nîn in her tim aqûbeta xizmên xwe dipirsin.
 
Li Tirkiyeyê û Kurdistanê di salên 1980 û 1990’an de di serî de kurd li dijî sosyalîst û demokratan polîtîkayên cînayetên “kiryarên nediyar” û windakirina di bin çavan de pêkanîn. Hat ragihandin ku ji 500 windayên bi darê zorê hatine windakirin û Navenda Bîrê xwe gihandinê 28 jê (ya herî biçûk 3 salî ye) di binê 18 salî de ne û hate tespîtkirin ku ji van windakiriyan 482 mêr û 18 jî jê jin in. Hate diyarkirin ku hêj negihiştine cenazeyê 282 kesan. Polîtîkaya bêcezahiştinê ya van êrîşan, ku yekser ji aliyê hêzên dewletê yan jî JÎTEM'ê ve hat meşandin, ku bi salan ji aliyê dewletê ve nehat qebûlkirin, bi bandor bû.
 
DARIZANDINÊN EWIL 
 
Piştî rapora Susurlukê ya di sala 1999’an de di encama lêpirsîna Meclisê de hat amadekirin, yekemîn îdianameya der barê JÎTEM'ê de hat qebûlkirin. Lê belê piraniya dozên heta roja îro didomin an dema wan borî an bi beraetê encam girtin an jî çend kesan çend sal ceza girtin. Ji bilî polîtîkayên necezakirinê malbatên windakiriyan, li her cihê ku diçinê rastî binpêkirin û bêhiqûqiyan hatin. Lê malbat tu caran dest ji têkoşîna xwe bernedan. Dayikên Şemiyê ku sembolên vê têkoşînê ên herî tên zanîn in, di 27’ê gulana 1995’an de li Qada Galatasarayê dest bi çalakiya xwe ya ewil kirin. Têkoşîna malbatên windakiriyan pişt re belavî hemû bajaran bû. 
 
NAZIM BABAOGLÛ 
 
Di nav wan kesan de ku hê jî şopên xizmên xwe yên ku bi zorê hatine windakirin digerin malbata nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû jî heye ku di 12’ê Adara 1994’an de bi telefona “nûçeyeke lezgîn heye” çû navçeya Sêwereg a Rihayê û êdî venegeriya. Piştî ku rojnamevan Babaoglû hate windakirin hempîşeyên wî yên di rojnameya Ozgur Gundemê de pê re dixebitiyan û malbata wî bi salan têkoşîna hiqûqî dan. Di vê pêvajoyê de malbat û hempîşeyên wî ji ber lêpirsîna nedihate birêveberin bi derfetên xwe gihiştin şahidan. 
 
Malbatê piştî pêvajoya lêpirsînê ya 10 salan berdewam kir, biryar veguhest Şûraya Dewletê. Biryara ku li vir jî 10 salan hate sekinandin, di sala 2018’an de bi biryara neyînî ya Şûraya Dewletê bi dawî bû. Malbatê di heman salê de di çarçoveya “binpêkirina mafê jiyanê” de serî li Dadgeha Makeqanûnê (AYM) da. AYM’ê bi îdiaya ku lêpirsîn didome û rêyên serlêdanê nehatine qedandin, ji serlêdana malbatê re got; “Nayê qebûlkirin.” AYM’ê ji malbatê re biryara xwe ya bihincet teblîx kir û têkildarî endamên malbatê got “Ji endamtiya rêxistinê ya dem bi dem û propagandayê qeyda wan a sabiqeyê heye û li dadgehan hatine darizandin.” Di heman demê de destnîşan kir ku di qeydên nifûsê de lêkolîn hatiye kirin û îfadeya “Nazim hêj jî dijî” hate bikaranîn.
 
DERBARÊ NAZIMÊ WINDA DE LÊPIRSÎN  
 
Parêzerên malbatê herî dawî li ser UYAP’ê lêpirsîn kirin û dan zanîn ku hejmara rasteqîn a lêpirsîna têkildarî Nazim Babaoglû di sala 2015’an de hatiye guherîn û li dosyaya ku Babaoglû weke “kuştî” hatiye nîşandan îcar gumanbarekî lêgerîna wî heye lê hatiye bicihkirin û derket holê ku di sala 2021’ê de derheqê Babaoglû de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” lêpirsîn hatiye destpekirin. Ji ber biryara bisînorkirinê ya derheqê her du dosyayan de, parêzer û malbat nikarin derheqê dosyayê de agahiyên berfireh bi dest bixin.
 
Kekê Babaoglû, Cemal Babaoglû, bi lêv kir ku ji roja Nazim hatiye windakirin heta niha bi gelek bêhiqûqiyan re rûbirû mane û bal kişand ser polîtîkayên revandin û qetilkirinê yên di salên 1990’an de bi destê hêzên weke JÎTEM û Hîzbûllahê hatin kirin. 
 
Babaoglû wiha got: “Dibêjin ku ‘Hîzbûllah, JÎTEM an jî TÎT’ van cinayetan dike. Hate îdiakirin ku haya Wezareta Karên Hundir û Serfermandariya Giştî ji van nîne lê di îtîrafên pişt re de hate dîtin ku ev memûrên dewletê bûn. Heta bordroyên wan ên mûçeyê hebûn.” 
 
PÊVAJOYA WINDAKIRINA NAZIM 
 
Babaoglû, diyar kir ku hewlhate dayîn ku windakirina mirovan a di salên 1990’î de bê asayîkirin û bi lêv kir ku bi taybetî “medyaya sereke” bi tu awayî qet behsa van bûyeran nekir. Babaoglû, bi lêv kir ku piştî windakirina Nazim wan bi xwe jî ev rastî dît û ev tişt gotin: “Dema Nazim di rojnameya Ozgur Gundemê de nûçegihan bû, me careke din agahî jê newergirt. Hem walîtiyê hem jî Qeymeqamtiya Sêweregê di axaftinên xwe yên devkî û nivîskî de gotin ku kes binçav nekirine. Tevî şahidan dozgerî bi tu awayî nekete nav liv û tevgerê. Serokwezîra demê Tansû Çîller, Wezîrê Karên Hundir jî Mehmet Agar bû. Van jî di bin navê ‘teror dê xelas bibe’ li ser gelê kurd teror dan meşandin. Pişt re hate fêmkirin ku hikumeta Çîllerê hikumeteke terorê bû. Wê demê kesên zarokên xwe, hevjînên xwe winda dikirin diçûn edliyeyê. Pişt re bi walî re hevdîtin dikirin. Piştî ku ji van tu deng dernediketin, malbatan serî li ÎHD’ê didan. Li wir girtek hatin girtin, şahidiniya şahidan hemû hate qeydkirin. Pişt re malbatan bi gotina ‘Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin’ dest bi çalakiyan kirin.”
 
BANGA HEVRÛBÛNÊ 
 
Babaoglû daxuyakirin ku rastiya bi hevrûnebûna windakiriyan re weke desthilatên berê ji aliyê AKP’ê ve jî hate meşandin û astengkirina desthilatê ya di serî de Dayikên Şemiyê, ya li dijî malbatên windkiriyan bi bîr xist. Babaoglû, diyar kir ku gelek ji malbatên windakiriyan hêj negihiştina cenazeyên xwe û ew jî yek ji van malbatan e û da zanîn ku di vê 30’ê tebaxê de jî goreke wan ku biçin ser nîne.
 
Babaoglû, anî ziman ku dayika wî gotibû ku “Madem we kuşt qet nebe cenazeyê min bidin ku goreke em biçin ser dua bikin hebe”. Babaoglû, diyar kir ku bi salan e ligel ÎHD’ê têkoşîna hiqûqê didin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev têkoşîneke civakî bû. Daxwazên me yên bûyerên di tariyê de bên ronîkirin û pêkanîna hiqûqê ya jidil a ji aliyê dewletê ve, tevgerîna li gorî qanûnên gerdûnî çêbûn. Lê dewletê ji van daxwazên me re bersiva ‘em bi têkoşîna bi terorê re didin’ da. Divê hesabekê bikin ku ev feraseta nijadperest û yekperest a sed salan çi bi vî welatî daye windakirin.”
 
MA / Ceylan Şahînlî