AMED/WAN - Welatiyên beşdarî mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê bûn, diyar kirin ku ji bo aştî û çareseriyê hewceye Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe.
Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li Amedê bi dirûşma “Li dijî şer û dagirkeriyê aştiyê, li dijî tecrîdê em azadiyê biqîrin” mitîng hat lidarxistin. Bi hezaran kes tev li mitîngê bûn û daxwaza xwe ya aştiyeke birûmet dîsa qîriyan.
Welatiyên li qadê hatin gel hev têkildarî daxwazên xwe axivîn.
‘AŞTÎ BI ABDULLAH OCALAN PÊKAN E’
Meliha Comeret diyar kir ku ew li dijî şer ji bo aştiyê li qadê ye û wiha got: “Bila êdî li tu cihekî şer nebin. Em dixwazin li seranserî cîhanê aştî hebe. Ji bo aştiya welêt hewceye tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin. Bi rakirina tecrîdê re dê aştiyeke mayinde çêbibe. Aştî, bi Abdullah Ocalan pêkan e. Abdullah Ocalan yek ji wan kesayetan e ku dikare aştiyê bîne vê xakê.”
Ji beşdarên mitîngê Nedîm Esmer jî destnîşan kir ku aştî bi Abdullah Ocalan pêkan e û ev tişt anî ziman: “Bila bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin. Bila xweşî û başî bê welatê me. Bila kesek neyê kuştin. Heke tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin, dê ji bo kurd û tirkan aştî were.”
‘DIVÊ YEKITIYA NETEWEYÎ ÇÊBIBE’
Zubeyde Delîbaş jî xwest ku kurd di navbera xwe de aştiyane bijîn û got ku PDK nahêle kurd di navbera xwe de tifaq û yekgirtî bin. Delîbaş, wiha domand: “Divê Barzanî aqilê xwe bîne serê xwe. Bila bi gelê kurd nelîze. Heke tê nav gelê xwe bila were nexwe bila biçe.”
‘BERPIRSYARTÎ DIKEVE SER MILÊ HER KESÎ’
Muhammed Guler jî bi lêv kir ku ew li dijî şer e û bi rakirina tecrîda li Îmraliyê dikare aştî pêk bê. Guler, wiha pê de çû: “Lewma em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe.”
Ji welatiyan Sadik Tosun jî diyar kir ku heta niha tu kesek bi şer negihiştiye cihekî û wiha derbirî: “Divê her kes daxwaza aştiyê bike. Aştî, bi rakirina tecrîdê pêkan e. Mezintirîn pirsgirêka Tirkiyeyê tecrîd e. Em dixwazin tecrîd were rakirin. Mebesta vê meşa me jî ev e. Abdullah Ocalan dikare aştiyê bîne Tirkiye û tevahiya Rojhilata Navîn lê belê ev 25 sal in di zindanê de ye û çendek sal in tu agahî jê nayên girtin. Hewceye her kes di mijara aştiyê bi berpirsyartiya xwe rabe.”
BERTEK NÎŞANÎ HEVKARIYA TIRKIYE-PDK’Ê DA
Têkildarî mijarê Omer Delîbaş jî anî ziman ku heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî jî pêkan nîne. Delîbaş, bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê û wiha got: “Divê malbata Barzanî aqilê xwe bîne serê xwe. Gelê kurd vê yekê ji wan qebûl nake. Em kurdên xayîn naxwazin.”
‘ÇAVKANIYA PIRSGIRÊKAN TECRÎD E’
Gulîz Demîroglû jî bi bîr xist ku zêdetirî 40 sal in ji bo aştiyê têkoşînek tê meşandin. Demîroglû, di berdewamê de bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û axaftina xwe wiha qedand: “Hemû pirsgirêkên em niha dijîn bi awayekî eleqeya xwe bi tecrîdê re hene. Em jî di tecrîdê de dijîn. Ne tenê Îmrali hatiye tecrîdkirin. Heke tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin û hevdîtin dîsa dest pê bikin, heke hevalên me yên girtî mîna berê dîsa muxatab bên girtin, wê demê dê aştî jî bibe û tecrîd jî rabe. Dê her tiştek gelek xweş û baştir bibe. Pê dixwaze ku li dijî pirsgirêkên heyî û tecrîdê gelên me bi destên hev bigirin û bibin yek.”
PEYAMÊN JI WANÊ
Li Wanê di çarçoveya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de bi dirûşma “Em li dijî şer û dagirkeriyê aştiyê; li dijî tecrîdê azadiyê biqêrin” mitîng hat lidarxistin û kesên tev li mitîngê bûne bi yekdengî azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qêriyan.
Macîde Varhan diyar kir ku êdî divê tecrîd bi dawî bibe, û bilêv kir ku tevî ew aştiyê dixwazin gel gelek di bin bandora şer de dimînin. Varhan da zanîn ku ew jiyana xwe di bin bandora şer û tundiyê de didomînin û ev tişt gotin: “Em carekê din bang dikin ku em ne şer, aştiyê dixwazin. Em dixwazin tecrîda ser birêz Abdullah Ocalan were rakirin, û azad be. Bila êdî mirov nemirin.”
Endama Meclisa Şaredariya Artemêtê ya di qada mitîngê de payama xwe daye wiha got: “Li her çar aliyê cîhanê şer hene, mirov dimirin, jin dimirin. Bila em ji van şeran re bêjin êdî bese e, bila mirov nemirin.”
Namet Asltan got ku di girtîgehan de têkoşînekî mezin heye , divê were xwediderketin. Yildiz Çetîn a tev li mitîngê bûye jî xwest tecrîda di girtîgehan de tê domandin divê bi dawî bibe.
Bişar Abûkan bal kişand ser êrişên li dijî kurdan û peyama aştiyê da. Abûkan ev tişt gotin: “Li vî welatî her mirovê ku aqil di serî wî de divê gotina ‘Divê ev şerê 40 sal in didome bi dawî bibe’ bibêjin.”
‘RIHA AŞTIYÊ DIYAR E’
Rêveberê Komeleya Ziman û Çandê ya Arsîsayê Şevket Acar wiha axivî: “Bila rojên peş, wek aştiyane bin. Dayik û ciwanên me tên girtin. Tekane sedemên vê rewşê per û pevçûn in. Em dixwazin ev şer bi dawî bibin. Riya aştiyê diyar e. Divê ev tecrîd were rakirin.”
Parêzer Veysî Guneş jî ev tişt gotin: “Li welatê me û cîhanê bandora xerakirinê ya şer didome. Di şeran de gelek kes jiyana xwe ji dest didin. Em di 1’ê Îlonê de ne ji bo şer lê ji bo dengê aştiyê biqêrin li qadan in. Mirov li Kurdistanê xeyala jiyanekî azad dikin.”