18 sal di ser teqîna li Koşûyolû re derbas bûn

  • rojane
  • 09:23 12 Îlon 2024
  • |
img

AMED - Parêzer Rehşan Batarayê diyar kir ku di ser teqîna li Parka Koşuyoluyê de ku 7 jê zarok 10 kes hatin qetilkirin re 18 sal derbas bûne û got ku mirina zarokan bi polîtîkaya bêcezakirinê didome.

Di 12'ê Îlona 2006'an de li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê di encama teqîna bombeyê de ku di hundirê termosekî de hatibû bicîkirin 7 jê zarok 10 kes hatin qetilkirin. 18 sal di ser komkujiyê re derbas bûn. Tevî ku 18 sal di ser komkujiyê re derbas bûne jî paşperdeya komkujiyê bi tevahî nehatiye ronîkirin. Di dozê de ku piştî teqînê hat vekirin, hin ceza hatin birîn. Lê belê ji ber ku kêmasî bi temamî nehatine temamkirin û paşperdeya teqînê baş nehatiye lêkolînkirin, bû cihê bertekên mezin. 
 
Di êrişê de xwişk û birayên bi navê Şîlan (6 mehî), Zîlan (8), Evîn (10), Mizgîn (12) û dayikên wan Faîde Demîr (35), Abdullah (6 mehî), Nazlîcan (4) û Nazar Çetînkaya (4) û Hasan Marangoz (14) û Rojhilat Aslan (28) jiyana xwe ji dest dan. 17 kes bi awayekî giran birîndar bûn. Di êrişê de nigên Bariş Demîrê 5 salî, Maîde Çetînkaya û Alî Haydar Kaplan jê bûn û destö Emîne Yetîşecekê jêbû. 
 
EFSER BOMBE DAYE WÎ
 
Demeke kin piştî êrişê, Tûgaya Tolhildanê ya Tirk (TÎT) teqînê hilgirt ser xwe. Piştî komkujiyê binefeser Hîkmet Topal, Bûrhan Guneş û Mûrat Ekîn hatin girtin. Hîkmet Topal di îfadeya xwe ya ewil de diyar kir ku Serefeser Ahmet Şenturk ku gava li Gemlika Bûrsayê leşkerî kiriye û ew nas kiriye, bombe daye wî. Topal diyar kir ku bi rêya efser Şenturk bi betlaneyê hatiye Amedê û wî bi leşkerê bi navê Sedat daye naskirin û bi bombeyên ku van efseran dane wî teqîna li Parka Koşûyolûyê pêk aniye. Topal got ku wan vê teqînê wekî "mîslemeye li dijş bombeyên li rojavayê Tirkiyeyê" pêk aniye. Topal vê îfadeyê di 24'ê Adara 2007'an li hizûra Dozgerê Komarê Îsmaîl Aksoy û ji Baroya Amedê Mehmet Îhsan Aytekîn da. 
 
DEST JI ÎFADEYA XWE BERDA
 
Topal ku kesên tevlî bûyerê bûne yeko yek qala wan kir, di rûniştina li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê de dest ji vê îfadeya xwe berda. Daxwaza parêzerên mexdûran a ji bo lêkolînkirina navên ku Topal dane û eşkerekirina têkiliya bûyerê di her danişînê de hatin redkirin. Di encama dozê de ji ber sûcên "Xerakirina yekitî û yekpareyiya dewletê", "kuştina bi zanebûnî ya bi bombeyê" û "peydakirina teqemeniyan" li Hîkmet Topal û Bûrhan Guneş 11 caran cezayê muebbedê û 216 sal cezayê girtîgehê hat birîn. 
 
Parêzer Rehşan Bataray
 
Ji bersûcan Mûrat Ekîn ji ber sûcên "bi zanebûn û bi dildarî alîkariya rêxistinê kiriye" û "hewandina teqemeniyê" bi giştî 12 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn. Cezayên bersûcan hatin erêkirin.
 
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Rehşan Batarayê diyar kir ku di ser komkujiyê re 18 sal derbas bûne û got ku ji ber polîtîkayên bêcezakirinê mirina zarokan dewam dike. Batarayê diyar kir ku komkujî li yek ji parkên herî qelebalix ên Amedê pêk hatiye û got ku gelek pirsên wekî çawa teqemenî li vê qadê de hatine bicihkirin, çawa hatine plankirin û çima nikaribûn bên astengkirin bê bersiv mane.  Batarayê anî ziman ku ev pirs hê jî bêbersiv in û wiha got: “Ji lêpirsîna ewil ve weke Komîsyona Hiqûqê ya ÎHD’ê me dosyeyê şopand û ji bo piştgiriya malbatên mexdûr em muxail bûn. Di dosyayê de bersûcên ku di encama darizandinên dirêj de hatin cezakirin hebûn. Lê belê ji kêliya yekem a bûyerê ve pirsa kê û kîjan pêkhate li pişt bûyerê hene, dihat pirsîn. Bersûc jî îfadeyên pir tevlihev û bi guman dan. Lêbelê, ew tu carî ji bersûcên li dadgehê wêdetir neçûye û vekolîna ka gelo li paşperdeyê kesek heye yan na nehatiye berfirehkirin. Daxwazên me yên di vê mijarê de nehatine qebûlkirin."
 
‘POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ'
 
Batarayê anî ziman ku bi girtina tevdîrên pêwîst pêkan bü pêşî li teqînê bihata girtin û got ku polîtîkaya bêcezakirinê bû sedem ku bûyerên bi vî rengî her diçe zêde dibin. Batarayê got: “Li herêmê bi taybetî ji ber xemsarî yan jî yekser ji ber kiryarên ewlehiyê gelek zarokan jiyana xwe ji dest dan. Mixabin di yekê de jî pêvajoyên lêpirsîn û darizandinê yên bi bandor nehatin meşandin. Ev polîtîkayên bêcezakirinê di heman demê de ji bo berdewamkirina bûyeran jî pir bi bandor in. Pêkanînên bêcezakirinê yên di dosyeyên Ugur Kaymaz, Ceylan Onkol, Mehmet Uytun de hê jî di bîra mirovan de ne." 
 
Batarayê diyar kir ku her çend di pêvajoya darazê de tenê hin bersûc hatibin cezakirin jî, hê jî têkiliyên berfireh ên bûyerê derneketine holê.