Li Efrînê dizî, talan û revandina welatiyan didome

  • rojane
  • 10:20 16 Îlon 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efrîna di bin rêveberiya Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê de 2 welatî hatin revandin, gelek darên behîvan hatin birîn û zeytûn hatin dizîn. 

Li Efrîna di bin rêveberiya Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê de dizî, talana xwezayê û revandin didomin. Hat destnîşankirin ku hêzên paramîlîter, ji eşîra Imêratê welatiyekî 40 salî û Mihemed Reşîd Reşo ê 19 salî revandin. 
 
Herwiha komên hêzên paramîlîter ji gundê KîmarAê gelek darên behîvan birîn, zeytûnên aîdî Şervan Misteva Bin Ednan dizîn. 
 
Dîsa hêzên paramîlîter mala aîdê Fewazî Elî xesp kirin û bi hezar û 200 dolaran firotin kesekî din.