Leşkerên çûn operasyonê gef xwarin û heqaret kirin

  • rojane
  • 10:00 18 Îlon 2024
  • |
img
AMED - Şêniyên gundê Pêçarê yê navçeya Licê diyar kirin ku leşkerên çûn operasyonê gef li wan xwarine û heqaret li wan kirine. 
 
Li çoltera gundê Pêçarê yê navçeya Licê ya Amedê di 16’ê îlonê de di navbera leşker û endamên HPG’ê de şer derket. Şer û pevçûn bi saetan berdewam kir. Herêm ji aliyê helîkopteran ve hate bombebaran kirin. Hin guleyên ji helîkopteran hatin avêtin, li maleke li gund jî ketin. 
 
BINÇAVKIRIN Û HEQARET 
 
Li gund 3 jê zarok 5 kes hatin binçavkirin. Her 5 kes piştî wergirtina îfadeyên wan a li Qereqola Cendermeyan a Navçeyê hatin berdan. Baxçeyên sebze yên şêniyên gund jî zirar dît. 
 
Şêniyên gund, ragihandin ku leşkerên çûne operasyonê ji wan re xeber gotine û heqaret kirine. Şeniyên gund bi lêv kirin ku her wiha bi şewitandina gund gef li wan hatiye xwarin.