Rejîma Îranê 5 kurd binçav kirin: Agahî ji wan nayê girtin

  • rojane
  • 11:46 18 Îlon 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta Îranê li Sine û Dîwandere 5 kurd binçav kirin û heta niha jî agahî ji wan nehatiye girtin. 
 
Li gor agahiyên di medyaya rojhilatê Kurdistanê de hatine belavkirin, roja 10’ê îlonê li Sine hêzên dewleta Îranê welatiyê bi navê Aram Sadiqî li ber derê dikana wî binçav kirine û veguhestine navenda leşkerî ya Şehramfer a li Sineyê.
 
Li gor heman agahiyan, li Dîwandere jî hêzên dewleta Îranê 4 welatiyên kurd ên bi navên Selah Fethî, Amanc Ehmedî, Manî Mihemedî û Poya hatine binçavkirin.
 
Hat gotin ku heta niha jî tu agahî ji her pênc kesên hatine binçavkirin nehatine girtin.