Li ber girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’: Tecrîdê rakin

  • rojane
  • 15:16 18 Îlon 2024
  • |
img
EDENE - Di çalakiya “Deng bide azadiyê” ya li ber Girtîgeha Kurkçulerê hate lidarxistin de hate xwestin ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin. 
 
Çalakiya “Deng bide azadiyê” ya malbatên girtiyan di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de dane destpêkirin didome. Malbatên girtiyan ên li ber Girtîgeha Kurkçulerê hatin bahev, daxuyanî dan çapemeniyê û çalakiya rûniştinê li dar xist. Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Akdenîz Edeneyê (AYKAY-DER) tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniya ku pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê rakin, ji bo aştiyeke civakî em deng bidin azadiyê” hate hilgirtin de her tim dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Beşdarvanên ku pêşmalkên li ser bi tirkî û kurdî “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin, nêzî girtîgehê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Malbatên girtiyan ên destûr nedan ku nêzî girtîgehê bibin di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan. 
 
BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Edeneyê Hêlîn Kaya ya di bin dorpêçê de axivî, anî ziman ku li Rojhilata Navîn krîz kûr bûne, îhtîmala şer û pevçûnê her ku diçe zêde dibe û bi lêv kir ku di pêvajoyeke wiha de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk dê li dijî şer û dagirkirinê rawestin. Kaya, xwest ku polîtîkayên zextên yên li dijî daxwazên azadî û wekheviyê yên gelê kurd tên meşandin bên bidawîkirin. Kaya, bang li hêzên demokrasiyê kir ku ji bo dawiyê li tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê, girtinên neheq, polîtîkaya rehîneyan a di darizandina Kobanê û Geziyê de were anîn û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûra Bingehîn bi cih bînin, têkoşîneke hevpar û xurt bimeşînin.
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.