Ji bo 30 bajaran hişyariya barîna barana zêde

  • rojane
  • 08:42 19 Îlon 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê di rapora xwe ya hewa ya rojane ku weşand de ji bo gelek bajaran hişyariya barîna barana zêde kir. 
 
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) rapora rewşa hewayê ya 19’ê îlonê weşand. Li gorî vê yekê tê texmînkirin ku gelemperiyê welat dê bi ewr be û baraneke zêde bibare. Li gorî raporê li Stenbol, Kocaelî, Afyonkarahîsar, Edene, Hatay, Isparta, Enqere, Eskîşehîr, Konya, Yozgat, Bolû, Duzce, Sînop, Zonguldak, Amasya, Artvîn, Samsûn, Trabzon, Erzirom, Qers, Meletî, Wan, Amed, Çankiri, Îdir, Mûş, Bedlîs, Dîlok, Sêrt û Rihayê dê baraneke zêde bibare. Li aliyê din tê texmînkirin ku germahiya hewayê li rojhilatê Deryaspî û rojavayê Behrareş û li Serhedê dê di navbera 2 û 4 dereceyan kêm bibe, tê texmînkirin ku dê li cihên din guherînên cuda neyên kirin. 
 
Tê payîn ku baran dê li derdora Îdir, Mûş, Bedlîs, Erzirom, Agirî û Wanê û peravên Herêma Behrareş û bakurrojhilatê Edeneyê zêde bibare.