'Generalên Biçûk' pênûsa wî li erdê nehiştin

  • rojane
  • 09:19 20 Îlon 2024
  • |
img

AMED - Mîrateya Mûsa Anterê ku kujerên wî nehatin dîtin, ji aliyê rojnamevabên ku wî ji bo wan got "Generalên Min ên Biçûk" tê domandin. Dîcle Anter got: "Gelek ciwan di nava şert û mercên zehmet de bi lehengî hewl didin ku nûçeyên rast bigihînin gel."

Di ser qetilkirina rojnamevan-nivîskar Mûsa Anter re ku gotibû “Ez şahidê zindî û sondxwarî yê 55 salên Tirkiyeyê me. Ma tenê şahid? Na! Ez hem bersûc, hem mehkûm û hem jî dozdarê wê me" 32 sal derbas bûn. Anter, di sala 1920'î de li gundê Sitîlilê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji dayik bû. Anterê ku bêyî xwendina xwe li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê biqedîne dest ji zanîngehê berde, di salên 1950'î de gotarên wî di rojname û kovarên bi navê Şark Postası, Dicle Kaynagi, İleri Yurt, Bariş Dunyası, Yeni Ülke, Welat, Rewşen û Tewlo de hatin weşandin. Anterê ku di sala 1959'an de ji ber helbesta xwe ya kurdî ya bi navê "Qimil" ku di rojnameya Îleri Yurt de derketibû hat girtin û bi cezayê îdamê hat darizandin, piştî derbeya 1960'î hat berdan. Anter, piştî ku ji girtîgehê derket, ji bilî gotarên di kovarên Dicle-Fırat, Azadiya Welat, Yeni Ülke, Özgür Gündem, Rewşen û Tewlo, Deng, Barış Dünyası û Yön de 7 pirtûk û ferhengeke kurdî-tirkî weşand.
 
11 SALAN DI GIRTÎGEHÊ DE MA
 
Anter ku karê xwe yê rojnamegeriyê berdewam kir, di 12'ê Adara 1971'ê de careke din hat girtin. Anter ku 3 salan li Girtîgeha Leşkerî ya Seyrantepeyê ma, di 12'ê Îlona 1980'yî de ji ber propagandaya "kurdîtiyê" kiriye hat girtin û ew şandin Girtîgeha Nisêbînê. Anter ku di vê heyamê de bi giştî 11 salan di girtîgehê de ma, gava di 20'ê Îlona 1992'yan de ji bo beşdarî mihrîcana çand û hunerê bibe çû Amedê, li Semta Seyrantepe ya navçeya Yenîşehîr a Amedê ji aliyê tetikkêşên JÎTEM'ê ve hat qetilkirin, 72 salî bû. Piştî qetilkirina Anter, îtîrafkarê JÎTEM'ê Abdulkadîr Aygan di sala 2004'an de behsa plansaziya vê cinayetê kir. Aygan got ku damezrînerê JÎTEM'ê Fermandar Ahmet Cem Ersever, Mahmut Yildirimê bi bernavê "Yeşîl", endamên JÎTEM'ê Mustafa Denîz, Savaş Gevrekçî, Alî Ozansoy, îtîrafkar Cemîl Işik (Hogir) û Hamît Yildirim cînayet kirine.
 
DMME'YÊ TIRKIYEYÊ MEHKÛM KIR
 
Ji ber ku di pêvajoya lêpirsînê de tu pêşketin çênebû û rêyên hiqûqî yên navxweyî bi dawî bûn, malbata Anter, di sala 2000’i de dosyeyê ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re şand. DMME'yê di 19'ê Kanûna 2006'an de biryara "binpêkirina mafê jiyanê" nepêkanîna lêpirsîneke çalak da Tirkiyeyê mehkûm kir ku 28 hezar û 500 Euro tazmînatê bide. 
 
Dîcle Anter
 
Piştî lixwemikurhatina îtîrafkarê JÎTEM'ê Aygan, tetikkêş Hamît Yildirim di 29'ê Hezîrana 2012'an de li Şirnexê hat zevtkirin û lêpirsîne dozê pêş ve çû. Di 25'ê Hezîrana 2013'an de der barê Hamît Yildirim, Mahmut Yildirimê bi bernavê Yeşîl, Abdulkadîr Aygan û Albay Savaş Gevrekçî yê teqawîtbûyî îdianame hat amadekirin û ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Amedê ve hat qebûlkirin. Lê belê ji bilî Hamît Yildirim tu kes nehat girtin. Di danişîna Hezîrana 2017’an de sûcdar Hamît Yildirim jî bi hinceta “girtineke demdirêj” hat berdan.
 
BI DOZA JÎTEMÖ RE KIRIN YEK
 
Doza di 23'ê Kanûna 2014'an de bi Doza Sereke ya JÎTEM'ê re hat yekkirin, di Çileya 2015'an de bi hinceta "ewlehiyê" ji Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Amedê sewqî Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Enqereyê hat kirin. Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Enqereyê li dijî biryara yekkirinê îtiraz kir, lê bi biryara Daîreya Cezayê ya 5'an a Dadgeha Bilind, di 29'ê Çileya 2016'an de îtiraz hat nirxandin, yekkirina her du dozan teqez bû. Danişîna biryarê ya doza ku bi Doza Sereke ya JÎTEM'ê û doza Ayten Ozturk a di sala 1993'yan de ji aliyê Mahmut Yildirim ê bi bernavê "Yeşîl" ve hat qetilkirin re hat yekirin, di 21'ê Îlona 2022'yan de li Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Enqereyê hat lidarxistin. Doza Anter ji Doza Sereke ya JÎTEM'ê hat veqetandin û biryar hat dayîn ku ji ber demboriyê bi dawî bibe. Heyeta dadgehê beriya danişîna biryarê daxwaza veqetandinê ya malbata Anter û parêzerên wan qebûl nekir û roja danişînê piştî demboriyê bi rojekê diyar kir û dozê girt. 
 
'TÊKOŞÎNA WÎ EW TIRSANDIN'
 
Kurê Anter, Dîcle Anter gotina bavê xwe ya “Ez şahid, bersûc, dozdarê vî welatî yê 55 salan im” bi bîr xist û wiha got: “Serwextbûna bavê min a ji bo bûyer û şahidiyê gelekî zêde bû. Di gelek dozan de bû bersûc û doz jî vekirin. Bavê min wê demê zimanê kurdî û çanda kurdî parast û di wan şert û mercan de pir têkoşiya. A rat ew cesareteke gelekî mezin bû. Ya ku ew çavtirsandî kirin ev bû." 
 
Dîcle Anter, anî ziman ku Canîp Yildirim, hevsalê xwe Mûsa Anter bi gotina "Mûsa bi pênûsa xwe li dijî dewleta herî hov a cîhanê li ber xwe dide" vegotiye û wiha got: "Apê Canîp digot 'ev dînîtî ye', lê bavê min mirovekî di navbera dînîtî û dahîtiyê de pênase dikir. Bavê min desthilat û muxalefetên wê demê nas dikir û dizanibû çid ifikirin. Hingî bi ser wan de çû, piştî 80'yî ev yek ew gelekî bêzar kirin. Rabûn ceza li bavê min birîn, bavê min di girtîgehê de ma, li sirgûnê ma; lê dest jê bernedan. Lewma bû hedef. Bi feraseta 'ger em Mûsa Anter bikujin belkî ev mesele çareser bibe' ev cinayet kirin." 
 
Anter anî ziman ku di dema lêpirsîn û şopandina kuştina bavê xwe de rastî gelek kiryarên nehiqûqî hatine û diyar kir ku piştî biryara binpêkirinê ya DMME'yê hêviyên wan ên ji bo dozê zêde bûne. Dîcle Anter diyar kir ku Serokê Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê Kutlu Savaş ê ji bo lêkolînkirina têkiliyên dewlet-mafya-JÎTEM'ê yên piştî qezaya Susurlukê derketine holê, di îfadeya xwe de diyar kir ku der barê cînayeta Anter de tiştekî nizane. Ji şahidan Misteşarê berê yê MÎT'ê Mehmet Eymûr, Orhan Mîroglû ku wekî "Tayfun" bi nav kir û gotina wî ya 'Me wî wekî Tayfûn dizanibû' girîng in. Anter got: "Piştî vê, Miroğlu jî xwe wekî mexdûr nîşan da û got, 'Ez jî hatim gulebarankirin.' Yıldırım ê 18 salî nizanibû ku Orhan Miroğlu kî ye. Bavê min dihat naskirin... Abdulkadîr Aygan, Cem Ersever li wir in. Em bi rewşeke wiha re rû bi rû man. Hingî dane zêde ne ku ne pêkan e cinayet bê çareserkirin. Dane hene, lê vîneke ku wan daneyan bi akr bîne tune ye. Piştî 30 salan dosye ket ber demboriyê. Lê dîsa jî em li benda encama Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ne. Piştî vê em ê dosyeyê dîsa ji DMME'yê re bişînin. Pêvajoya hiqûqî niha bi vî rengî ye." 
 
'ROJNAMEVANIYA MÛSA ANTER'
 
Anter anî ziman ku mîrateya bavê wî ji aliyê peyrewên wî ku wî wan wekî" Generalên Min ên Biçûk" bi nav kiriye, tê domandin û got: "Gelek ciwan di nava şert û mercên zehmet de bi lehengî hewl didin ku nûçeyên rast bigihînin gel."
 
MA / Mujdat Can