Xizmên windayan guh nedan OHAL'a fiîlî jî: Têkoşîna ji bo edaletê didome

  • rojane
  • 09:45 21 Îlon 2024
  • |
img

COLEMÊRG - Tevî pêkanînên rewşa awarte (OHAL) yên fiîlî yên li Geverê jî xizmên windayan her hefte li qadê tên cem hev. Xizmên windayan diyar kirin ku heta kiryar neyên eşkerekirin û edaleta rast pêk neyê ew ê dest ji têkoşînê bernedin.

Çendî Rewşa Awarte (OHAL) ku piştî 15'ê Tîrmeha 2016'an ket meriyetê û bi awayekî fermî hat bidawîkirin jî, li navçeya Gever a Colemêrgê bi awayekî fiîlî didome. Li navçeyê ku hemû çalakiyên li derveyî desthılat û saziyên dewletê qedexe ne. Xizmên windayan ji ber Rewşa Awarte di hefteya 99'an de neçar man çalakiya xwe bidin sekinandin. Xizmên windayan ên ku ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di salên 1990'î de hatin windakirin û qetilkirin û daxwaza darizandina kiryaran dikin, di 30'yê Mijdara 2013'an de çalakiya xwe ya yekemîn li dar xistin û piştî 7 salan di Kanûna 2023'yan careke din li qadê li hev kom bûn. 
 
LI KUJERÊN KURÊ XWE DIGERE
 
Yek ji xizmên windayan Abdürrahman Bartın e. Bav Bartin ê ku di çalakiya şermezarkirina êrışa bombeyî ya sala 2005'an a li ser Pirtûkxaneya Umutê de  polîsan de kurê xwe Îslam Bartîn kuşt, xwest kiryar bên eşkerekirin.
 
Bav Bartin bi bîr xist ku kurê wî di dema çalakiya protestoyê de hatiye qetilkirin û got ku ew ê heta dawiya jiyana xwe li kujeran bigere. Bartin got: “Ez ê heta dawiya umrê xwe têbikoşim û xwîna kurê xwe li erdê nehêlim. Ez ê her û her bibim dozdar. Heta ku hesap ji kesên ku keeba min parçe kirin neyê pirsîn ez ê dest ji têkoşînê bernedim û paş de gav neavêjim." 
 
DOZA EDALETÊ DIKIN
 
Hecî Mihçî yê ku di sala 1987'an de beriya ku leşkeriyê bike ji gundê Zêrêlê derbasî gundê Kavlegundê bû ji aliyê leşkerên derketin operasyonê ve hat qetilkirin. Lê belê di vî 37 salên borî de, ne kiryar hatin dîtin û ne jî kesek hat darizandin.
 
Xizma Mihçî Gulbeyaz Mihçi jî bang kir ku her kes xwedî li çalakiya wan derkeve. Mihçî got: “Heta kiryar û aqûbeta xizmên me neyên eşkerekirin wê çalakiya me bidome. Çima xizmên me hatin qetilkirin? Bila bersiva vê pirsê bidin me. Ji bo li welêt edalet pêk were, divê beriya her tiştî kiryarên kesên hatine windakirin bên eşkerekirin. Daxwaza me tenê edaleteke rast e." 
 
BANGAWAZÎ
 
Korûş Aygol, birayê Daryoş Aygol ê 16 salî ku di sala 1991'ê de li bajarê Esendereyê dema ji Îranê bazirganiya sînor hat qetilkirin, diyar kir ku birayê wî di encama gulebarana qereqolê de jiyana xwe ji dest daye. Aygol got: “Kesên ku ji xwe re dibêjin 'Ez Misliman im' divê êdî nebin şirîkê vî gunehî. Em aqûbeta nirxên xwe û kiryarên wan dipirsin. Em ê heta dawiyê têbikoşin. Pêwîst e demildest kesên kiryar bên eşkerekirin. Heta ku edaleta rast pêk were wê têkoşîna me bidome. Pêwîst e hemû xizmên windayan piştgiriyê bidin vê çalakiyê û têkoşînê berfireh bikin.”