RIHA - Girtî Fevzî Arslan ji ber îşkenceya di dema binçavkirinê de lê hatiye kirin, bijîşkan tespîta “mejiyê wî dihele” lê kir û gotin “herî zêde dikare 2 salan bijî.” Arslan, ji ber ku lêgerîna nava dev qebûl nake, sewqî nexweşxaneyê nayê kirin.
Fevzî Arslan (55) li Girtîgeha Tîpa Y a Suluca ya Edeneyê tê ragirtin û di lîsteya girtiyên nexweşiyên wan giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire. Arslan, ji ber ku lêgerîna nava dev qebûl nake, sewqî nexweşxaneyê nayê kirin. Arslan, di 6’ê hezîrana 2024’an de ji ber serêşiyê çû nexweşxaneyê û bijîşkan tespît kir ku mejiyê Arslan dihele. Parêzerê Arslan, teşhîsa ji bo miwekîlê wî hatiye kirin li nexweşxaneyeke taybet nîşanî bijîşkên pispor da. Bijîşkan, da zanîn ku di encama îşkenceya di sala 2018’an de li Arslan hatiye kirin di mejiyê wî de pixtîbûn çêbûye û ji ber ku di dema xwe de mudaxile nehatiye kirin, adabê girtiye û vê jî rê li ber helîna mejî vekiriye. Arslan ê ku di asteke zêde de ji bîr dike, ev du meh in ji ber ku zexta lêgerîna nava dev qebûl nake, nabin kontrolên rûtîn.
Kurê Arslan, Vedat Arslan diyar kir ku mafê tenduristiyê yê bavê wî tê binpêkirin û ev tişt anî ziman: “Ji encameke nebaş, rêveberiya girtîgehê berpirsyar e. Di dema binçavkirinê de îşkenceyên giran li bavê min kirin. Wê demê çû ATK’ê û yek bi yek hemû kitekitên îşkenceyê jê re got. Piştre jî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan raporek da û got ‘divê were tedawîkirin.’ Tevî vê jî bavê min nehat tedawîkirin û nayê tedawîkirin. Ji ber vê jî di mejiyê wî de heliyan dest pê kir û rewşa wî ya tenduristiyê roj bi roj xerabtir dibe. Dema em diçin hevdîtinê, vê rewşê baş dibînin. Bavê min di hevdîtinan de dibêje ‘ez her tiştekî ji bîr dikim.’ Dermanên wî tune ne. Bi tena serê xwe dimîne. Dema birçî dibe, xwarinê ji bîr dike. Divê avê vexwe lê dema ji bo vexwarina avê radibe ser pêyan, gelek caran ji bîr dike bê ka ji berçi rabûye.”
‘REWŞA WÎ GIRAN DIBE’
Arslan, got ku ji bo bavê wî sewqî nexweşxaneyê were kirin gelek caran daxwazname nivîsandine û wiha domand: “Ji ber îşkenceya lêgerîna nava dev, bavê min çûna nexweşxaneyê red dike û ev du meh in sewqî nexweşxaneyê nakin. Lewma rewşa wî roj bi roj xerabtir dibe. Carnan xwarina xwe didane cihekî û ji bîr dike ku bixwe. Dema radizê heke kesek hişyar neke, bi xwe nikare hişyar bibe. Kesek li cem wî nîne lewma hişyar nabe. Ji bo tedawiyê divê bavê min were berdan. Li girtîgehê derfetên tedawiyê tune ne. Heke tedawî nebe dê bimre û berpirsyarên wê jî rayedarên girtîgehê ne.”
‘BILA JI GIRTÎGEHÊ DARBEST DERNEKEVIN’
Arslan, bang li rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê kir ku li dijî vê rewşê bihestiyar tevbigerin. Arslan, ev tişt anî ziman: “Divê girtiyên nexweş tavilê bên berdan. Ragirtina wan derhiqûqtî ye. Divê hemû girtiyên nexweş bên berdan. Divê her kes vê bibîne. Daxwaza me ew e ku ji girtîgehan darbest dernekevin. Divê hemû malbat bên gel hev. Girtiyên nexweş roj bi roj nêzî mirinê dibin. Ev yek zilm e. Divê girtiyên nexweş bên tedawîkirin. Divê tavilê îşkenceya lêgerîna nava dev bidawî bikin. Nexwe girtiyan neçarî mirinê dikin.”
DOSYAYA FEVZÎ ARSLAN
Fevzî Arslan (55) û birayên wî Omer (36), Mehmet Haşîm (32) û Mehmet Kasim (46) di 18’ê cotmeha 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê hatin binçavkirin. Xizmê malbata Arslan, Khlel Khlel (30) di sala 2012’an de ji ber şerê li Sûriyeyê hatibû Rihayê û ji hêla polîsan ve hate binçavkirin. Her 5 kes ji ber îdiaya “îxbara” sûîqestê ya li dijî parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz hatin binçavkirin û 11 rojan li Şaxa TEM’ê hatin ragirtin. Di dema binçavkirinê de polîsan xwestin bi darê zorê îfadeyên amade kirine bi binçavkiriyan bidin îmzekirin. Her wiha her 5 kes jî rastî îşkenceyên giran hatin. Îşkenceya 11 rojan hatiye kirin, di rapora ATK’ê ya di 31’ê cotmeha 2019’an de jî cih girt. Di raporê de kitekitên îşkenceyê hatin vegotin.
Her 5 kes 11 roj piştre hatin girtin. Lê belê di îdianameyê de qala îdiaya “suîqestê” ku hinceta binçavkirinê bû, nehate kirin. Gelek bûyerên di dîrokên cuda de li bajar hatine kirin di îdianameyê de cih girtin. Dadgehê, îfadeyên di îşkenceyê de hatine girtin esas girt û bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê, kuştina plankirî” 3 caran cezayê muebbeda girankirî li Fevzî û Mehmet Kasim Arslan û Khlel Khlel birî. Li Omer û Mehmet Haşim Arslan jî bi îdiaya “Bêyî destûrê madeyên xetere li cem xwe gerandiye, hewldana ji bo kuştina plankirî, zirardayina malê cemaweriyê û kirîna guleyên çekên bêrûxset” 28 sal cezayê hefsê li her yekî birî.
Daîreya 18’emîn a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Dîlokê jî di 19’ê sibata 2020’ê de ceza erê kir. Li Dadgeha Bilind îtîraz hate kirin lê wê jî di 17’ê çileya 2024’an de erê kir. Li ser vê yekê parêzeran serî li AYM’ê dan û dosya hêj li wir disekine.
MA / Emrûllah Acar