Di dema kontrolkirina nasnameyê de polîsan gule reşandin

  • rojane
  • 14:34 22 Îlon 2024
  • |
img
AMED - Li navçeya Sûrê di dema kontrolkirina nasnameyê de polîsan berê çekan dan welatiyan û li hewayî gule reşandin. 
 
Li navçeya Sûrê ya Amedê di dema kontrolkirina nasnameyan de polîsekî berê çekan da welatiyan û piştre gule li hewayî reşand. Hinek esnafan bertek nîşanî polîsan dan.
 
Polîsan, ciwanê bi navê Medenî Aytulîn binçav kirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn.