Şaredariya Depê nivîsên hişyariyê yên hatine jêbirin ji nû ve nivîsand

  • rojane
  • 15:32 23 Îlon 2024
  • |
XARPÊT - Şaredariya Depê nivîsên hişyariyê yên trafîkê yên hatine jêbirin, bi gel re ji nû ve nivîsand. 
 
Şaredariya Depê ya di rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ye, bi ser riyan, nivîsên hişyariyên yên “Pêşî Peya” û “Hêdî” nivîsandin. Kesên nasnameya wan nediyar duh ev nivîs jê birin. Şandeya ku tevî Hevşaredarên Depê û Parlamenterê DEM Partiyê yê Çewlîgê Omer Farûk Hulaku tê de, nivîsên hatine jêbirin, ji nû ve nivîsandin. 
 
Parlamenterê DEM Partiyê Hulakû li pêşiya avahiyê şaredariyê daxuyaniyekî kurt da û wiha got: “Kurdî zimanê herî qedîm ê van axan e, nayê jêkirin, nayê tunekirin. Me li Depê nivîsên xwe yên hatine jêbirin, ji nû ve nivîsandin, daxuyaniya xwe da. Dê hebûna kurdî bi têkoşîna birûmet a gelê me bijî. Dê her êrişekî li dijî zimanê me, biryarbûna me bêhtir xurt bike.” 
 
Beriya niha jî bi fermana Wezareta Karûbarên Hundirîn li bajarên Wan, Amed, Mêrdîn û Êlihê heman nivîsên hişyariyê yên trafîkê, hatibûn jêbirin.