ENQERE - Emîne Şenyaşar a ji ber pirsgirêkên wê yên tunduristiyê girantir bûn, navber da çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê ya li Meclisê.
Emîne Şenyaşar a di 14’ê hezîrana 2018’an de hevjîn û du kurên wê ji hêla parastvan û xizmên Parlamenterê AKP’î yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatine kuştin û kurekî wê jî girtî ye, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê, di roja 33’emîn de navber da çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê ya li Meclisê didomîne.
Şenyaşar dê piştî pêvajoya dermankirinê, nobeta xwe bidomîne.