AMED - Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bertek nîşanî serdegirtina saziyên perwerdeya kurdî didin û binçavkirinan dan û wiha gotin: “Divê li dijî van êrişan kurdî hêj bêhtir were belavkirin. Kes nikare pêşiya têkoşîna zimanê kurdî bigire.”
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de duh polîsan bi ser Komeleya Lêkolînkirina ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), Payîz Pirtûk û Kooperatîfa Perwerdeya Ziman û Çandê ya Ankayê de girtin. Li ser îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik û şahidekî/a nepen, 25 kes hatin binçavkirin, gelek pirtûkên biryara komkirinê ji bo wan nehatiye dayin, rojname û hard-dîskên komputeran hatin desteserkirin.
Bertekên li dijî serdegirtin û binçavkirinan didomin. Hevserokê Partiya Herêmên Demkratîk (DBP) a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz êriş û binçavkirin weke “Berdewamiya polîtîkaya qirêjî ya dewletê ya li dijî kurdan û Kurdistanê” nirxand û wiha got: “Van êrişan girêdana xwe bi êrişên li dijî birêz Abdullah Ocalan re heye. Kurdên li derve dê li şûna her mamosteyekî kurdî yê/ya hatiye binçavkirin, li şûna xebatkarên Payîz Pirtûkê bixebitin. Li ser zimanê kurdî êrişî civaka kurdan, Kurdistanê dikin. Divê em vê rastiyê fêm bikin û li her derê bi kurdî biaxivin û kurdî bidomînin. Hewceye her saziyeke li Kurdistanê vê êrişê weke êrişeke li dijî zimanê kurdî bibîne û dengekî xurt derxîne.”
'EM Ê XWEDÎ LI SAZIYÊN XWE DERKEVIN’
Hevserokê Şaxa Hejmar 2 ya Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Amedê Serhat Kiliç jî anî ziman ku êrişên dawî nîşaneya dijminatiya li hemberî kurdî û kurdan e. Kiliç, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zimanê me hebûna me ye û nabe ku hebûna me were redkirin. Em jî dê bi vê dirûşmê bimeşin. MED-DER dibêje ‘Bila kurdî bibe zimanê fermî, bibe zimanê perwerdeyê.’ Ev daxwaz li vî welatî weke sûcekî mezin tê dîtin. Ji ber ku dewlet qebûl nake. Hewl didin kurdî di nava jiyanê de, civakê de tune bikin û bi vê êrişê dixwazin tirsê bixin dilê xebatkarên zimanê kurdî. Lê heta niha nekarîn bi ser kevin û dê niha jî bi ser nekevin. Em ê xwedî li ziman û saziyên xwe derkevin. Divê kurd sedema van êrişan baş fêm bikin. Bersiva herî mezin a li dijî van êrişan jî parastina zimanê kurdî ye. Divê ev êriş kurdan bêhtir motîve bikin û bêhtir xwedî lê derkevin. Divê em di her qada jiyana xwe de bi kurdî biaxivin.”
'ÊRIŞ PARÇEYEKE TECRÎDÊ NE’
Xebatkara MED-DER’ê Perî Kaya jî got ku armanca ji êrişan tunekirina ziman û çanda kurdî ye û ev tişt anî ziman: “Çendek meh berê êrişî govendên me kirin û niha jî êrişî saziyên me dikin. Ji ber ku ditirsin. Bi sala ye êrişî zimanê me dikin. Ev êriş, parçeyeke tecrîdê ye. Tecrîd çiqas hebe, ewqas jî li ser ziman û çanda me heye. Heke zimanê civakekê tune be, ne dîrok, ne welat ne jî xak û jiyana wan dibe. Divê gelê kurd li dijî van êrişan li her derê bêhtir bi kurdî biaxive, xwedî li kurdî derkeve û têbikoşe.”
Tahir Zana ku demekî dirêj di nava xebatên ziman de cih girtiye jî berteka xwe wiha nîşan da: “Êdî bes e. Em çima tên qetilkirin, zimanê me çima tê qedexekirin? Em vê zordestiya li ser zimanê kurdî bi tu awayî qebûl nakin. Kurd êdî ne kurdên berê ne. Em di her qada jiyanê de hene. Daxwaza me aştî û xwişk-biratî ye. Gelê kurd dê tu caran li dijî van operasyonan, zext û êrişan serî netewîne. Em ê teqez bi ser kevin.”
TÊKOŞÎNA BI DEHAN SALAN A KURDAN
Hevberdevkê Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar jî rêveberiya heyî weke “otorîteya faşîst” pênse kir û wiha got: “Ev otorîte hêj jî kurdî û çanda kurdî bi awayekî fermî nas nake. Lewma dixwaze têkoşîna gelê kurd bifetisîne. Bi van êrişan dixwazin neteweya kurd tune bikin. Gelê kurd bi dehan sala ye têdikoşe û rê li ber vê armanca dewletê girt. Têkoşîna zimanê kurdî di demên dawî de mezintir û berfirehtir bû. Gelê kurd roj bi roj bêhtir ser têkoşîna ziman digehe.”
Di berdewamê de Dilbihar daxuyand ku dewlet bi êrişên li dijî ziman re hemû nirxên gelê kurd hedef digire û got ku van êrişan eleqeya xwe bi tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re jî heye. Dilbihar, wiha got: “Otorîteya faşîst li şûna ku tecrîdê rake, qanûnên xwe demokratîk bike, çareseriyeke demokratîk pêş bixe û pêşiya têkoşîna gelê kurd veke, di van êrişên xwe de israr dike. Dê nekarin bi van êrişan pêşiya têkoşîna gelê kurd bigirin. Têkoşîna ziman a gelê kurd didome. Ev êriş dê motîvasyona gelê kurd a ji bo ziman xurtir bike. Lewma jî çi dibe bila bibe kurd dev ji têkoşîna zimanê xwe bernadin. Her kurdek bila her cihê lê dimîne veguherîne dibistaneke zimanê kurdî. Bila her kurdek bibe têkoşereke zimanê kurdî, mamosteyekî/a zimanê kurdî. Em li Kurdistanê û li her cihê kurd lê dijîn bi kurdî biaxivin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsin, bi kurdî bifikirin û bi kurdî bijîn.”
MA / Rûkiye Adiguzel - Şîlan Çîl