Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan

  • rojane
  • 16:53 25 Îlon 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Duh 13 kesên li Mêrdînê di serdagirtina malan de hatine binçavkirin, hatin berdan. 
 
Duh di serdagirtinên malan ên li navçeyên Artûklû û Qoserê yên Mêrdînê tevî rêveberên kevn ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 13 kes hatin binçavkirn. 11 kes piştî karûbarên îfadeyê yên li fermandariya cendirmeyan bi dawî bû hatin berdan. Rêvebera kevn a DBP’ê Necla Kaya û Yasemîn Demîrkaya îro sewqî edliyeyê hatin kirin.
 
Demîrkaya û Kaya piştî karûbarên îfadeyê, bi daxwaza “kontrola edlî” sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê Kaya û Demîrkaya bi şertê kontrola edlî berdan.