Îsraîlê 5 leşkerên Sûriyeyê kuştin

  • rojane
  • 13:11 27 Îlon 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîlê bi bombebaranê 5 leşkerên hikûmeta Şamê kuştin. 
 
Baregeha hikumeta Şamê ya li ser sînorê Sûriye-Lubnanê ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hate bombebarankirin. Hate ragihandin ku di bombebaranê de 5 leşkerên hêzên Şamê hatine kuştin.
 
Wezareta Parastinê ya hikumeta Şamê ragihand ku artêşa Îsraîlê baregeha leşkerên wan ya li ser sînorê Sûriye-Lubnan a li nêzî devera Kifêr Yabûzê yê gundewarê Şamê bombebaran kir. Li gorî wezaretê, di encama bombebarana ku li girên Golanê hatiye kirin de, 5 leşkerên Şamê hatin kuştin û leşkerekî din birîndar bûye.