Li ser rêya Agirî-Giyadînê qeza çêbû

  • rojane
  • 14:57 29 Îlon 2024
  • |
img
AGIRÎ - Li ser rêya di navbera Agirî-Giyadînê de qeza çêbû kesekê jiyana xwe ji dest da. Di qezayê de gelek kes jî birîndar bûn. 
 
Di saetên serê sibehê de li ser rêya di navbera Agirî- Giyadînê mînîbusek û TIR’ekê qeza kir. Di qezayê de jina bi navê Nûran Aslan (50) jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn. 
 
Cenazeyê Aslan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê û tedawiya birîndaran jî didome.