Li Şirnex û Erziromê bi ser malan de girtin: 6 kes hatin binçavkirin

  • rojane
  • 09:46 1 Cotmeh 2024
  • |
img
ŞIRNEX/ERZIROM - Li Hezex û Erziromê di serdegirtinên malan de 6 kes hatin binçavkirin. 
 
Îro di saetên serê sibê de li navçeya Hezex a Şirnexê û Erziromê bi ser malan de hate girtin. Hevserokê DBP’ê yê Erziromê di nav de 6 kes hatin binçavkirin. 
 
ŞIRNEX
 
Di serdegirtinên malan ên li gundê Hespîst ê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê de 4 kes hatin binçavkirin. Hate diyarkirin ku piştî lêgerînên li malan hatin kirin Mûrat û Hasîbe Tekîn ên hevjînên hev û welatiyên bi navê Sadiye Tekîn û Mervan Tekîn ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin. 
 
Kesên hatin binçavkirin birin Fermandariya Cendermeyan a Hezexê. 
 
ERZIROM 
 
Di serdegirtinên malan ên li Erziromê de jî Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Erziromê Ramazan Karakaş û Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Qereyaziyê yê berê Çetîn Demîr hatin binçavkirin. Tê payîn ku Demîr û Karakaş ê di çarçoveya lêpirsîna bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê hatiye destpêkirin de hatin binçavkirin dê bibin Agiriyê. 
 
Têkildarî sedemê binçavkirinên hatin kirin agahî nehatin bidestxistin.