Ji heman malbatê 7 jê zarok 9 kes hatibûn qetilkirin: Faîl nehatin cezakirin

  • rojane
  • 11:19 3 Cotmeh 2024
  • |
img
MÛŞ - Vartinis B Li bajarokê Vartînîsê ji heman malbatê 7 jê zarok 9 kes hatin kuştin, di dozê de biryara demborînê hat dayîn. Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk wiha got: “Em bi hemû taktîk û polîtîkayên necezakirinê re rûbirû man.”  
 
Di 2’yê cotmeha 1993’yan de li çoltarê bajarokê Vartînîsê yê navçeya Têlî ya Mûşê pevçûn derket û berbazekî jiyana xwe ji dest da. Leşkerên ku piştî pevçûnê ji bo wergirtina cenazeyê berbazî hatin, dema ji Vartînîsê re derbas dibûn gule li hewayî reşandin û gotin; “Em ê îşev bên vî gundî û bişewitînin.” û ji gund çûn. Rojek piştî bûyerê anku di 3’yê cotmeha 1993’yan de leşker hatin bajarokê û bi îdiaya “alîkarî dane rêxistinê” gund şewitandin. Leşkeran malên gundiyan şewitandin. Di şewatê de Nasir û Eşref Ogut û zarokên wan Sevîm, Sevda, Mehmet Şakîr, Mehmet Şîrîn, Cîhan, Aycan û Çinar Ogut ku ya herî mezin 12 salî û ya herî biçûk jî 3 salî bû şewitandin û qetil kirin. Ji zarokên malbatê Aysel Ogut ku wê şevê li mala mamê xwe mabû ji komkujiyê rizgar bû. Ogut, piştre derheqê komkujiyê de serlêdana sûc kir. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Mûşê têkildarî dosyayê biryara bêpeywiriyê da û ji Serdozgeriya Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) re şand. Serdozgeriya DGM’ê ji bo bûyerê got “Çalakiya terorê ya faîlên wê nediyar” û bêyî lêpirsîneke bibandor bide destpêkirin, dosya girt. 
 
 
Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk
 
ÎDIANAME 18 SAL PIŞTRE HATE AMADEKIRIN 
 
Aysel Ogut, bi sererastkirinên di pêvajoya guncaniya bi Yekitiya Ewropayê re de di sala 2003’yan de serlêdana sûc kir. Serdozgeriya Komarê ya Mûşê îcar derheqê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin. Ji ber ku kesên navên wan di bûyerê de derbas dibûn hêj leşkerî dikirin, dozgeriyê serî li Dozgeriya Leşkerî ya Fermandariya 8’emîn Paratêşê ya Xarpêtê da. Îcar jî dosya 7 sal li dozgeriya leşkerî hate sekinandin. Malbatê di sala 2011’an de careke din serlêdan kir. Serdozgeriyê, qanûnên hatine guhertin jî esas girt û lêpirsîna xwe temam kir. Derheqê Fermandarê Cendirmeyan a Navçeya Haskoyê yê demê serpel Bulent Karaoglû, Fermandarê Yekîneya Komando ya Cendirmeyan a Navçeya Haskoyê serpel Hanefî Akyildiz, Midûrê Şaxa Tevgera Taybe a Midûriyeta Emnyetê ya Mûşê Şerafettîn Uz û Fermandarê Qereqola Gokyaziyê serçawiş Turhan Nûrdogan de ji ber sûca “Bi qesdî mal şewitandin û bûne sedema mirina gelek kesan” îdianame amade kir. 
 
BIRYARA BERAETÊ
 
Doz, bi hinceta “ewlehiyê” sewqî Dadgeha Cezayên Giran a Kirikkaleyê hate kirin. Di 1’ê adara 2016’an de danişîna biryarê ya dozê hate lidarxistin. Di danişînê de derheqê Karaoglû û 3 faîlên din de bi îdiaya “delîl kêm in” biryara beraetê hate dayin. Bi sedema “lêpirsîn kêm hatiye kirin” li dijî biryarê îtîraz hate kirin lê ev îtîraz ji hêla Dadgeha Bilind ve hate redkirin. 
 
BIRYRA DADGEHA BILIND
 
Dadgeha Bilind dosya 5 sal da sekinandin. Piştre jî Dadgehê got ku ji bûyerê Fermandarê Lîwayê ya Cendirmeyan a Navçeyê efser Bulent Karaoglû berpirsyar e û bi sedema “fermana şewitandina gundî Karaoglû daye” biryara beraetê ya dadgeha herêmî betal kir. Daîreyê, biryara beraetê ya derheqê 3 faîlên din de jî erê kir. Piştî biryarê, 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Kirikkaleyê di 21’ê îlona 2021’ê de danişîn li dar xist û derheqê Karaoglû de biryara girtinê da. Lê ji wê rojê heta niha Karaoglû nehatiye girtin. 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Kirikkaleyê di 4’ê kanûna 2023’yan de jî ji bo dozê biryara demborînê da. 
 
'EM BI HEMÛ CUREYÊN NECEZAKIRINÊ RE RÛ BI RÛ MAN’ 
 
Ji parêzerên dozê Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk diyar kir ku ji bo faîl neyên cezakirin her cureyên hewldanan hatine kirin. Karaçelîk, got ku biryara demborînê encama polîtîkaya necezakirinê ye û ev tişt anî ziman: “Em bi hemû taktîk û stratejiyên necezakirinê re rû bi rû man. Hewldanên ji bo dozê bêfaîl bihêlin, neqilkirina dozê ya li bajarên din, sersariya di mijara komkirina delîlan de, ev tevek nîşaneyên çanda necezakirinê ne. Ji ber zexta me neçar man ku dozê vekin. Dema doz hatî vekirin jî tespît û nirxandinên xelet hatin kirin û 3 bersûcan beraet kirin. Pişre jî ji bo girtina bersûcekî tespît hatibû kirin. Ji hêla tarîtiya salên 90’î ve biryareke baş bû lê belê firsend dan bersûcî ku bireve.” 
 
'EM JI BO TEMYÎZA DOSYAYÊ BANG DIKIN’ 
 
Karaçelîk, anî ziman ku Komkujiya Vartînîsê di kategoriya sûcên li dijî mirovahiyê de ne û wiha bi dawî kir: “Di navbera faîl û mexdûran de tu dijminatî tune bû. Me gotibû ku ev di çarçoveya konsept û planekê de hatiye kirin. Em di vê mijarê de hêj jî israr dikin. Biryarên DMME’yê biryarên mînak in. Em dixwazin ev komkujî weke sûcekî li dijî mirovahiyê bê nirxandin û biryara betalkirina dosyayê were sekinandin. Polîtîkaya necezakirinê ya li Tirkiyeyê êdî pirsgirêkeke mezni e. Çavkaniya travmayên di di darazê de ye. Di gelek dosyayan de faîl tên parastin û nayên cezakirin. Ev jî cisaretê dide faîlan û baweriya civakê ya ji edaletê tune dike. Di vê çarçoveyê de em careke din ji bo temyîza dosyayê bang dikin.” 
 
MA / Rûken Polat