Polîsê teqawid di wesayîta xwe de mirî hate dîtin

  • rojane
  • 12:44 4 Cotmeh 2024
  • |
img
SÊRT - Polîsê teqawid Fîkret Bala li Sêrtê di wesayîta xwe de mirî hate dîtin. 
 
Li Sêrtê kesek di wesayîta xwe de mirî hate dîtin. Li ser rêya di navbera Sêrt-Dihê de kesekê di wesayîta xwe de bêhereket disekinî ji hêla welatiyan ve hate ferqkirin. Piştî agahdarkirinê, komên tenduristiyê û polîs li cihê bûyerê hatin sewqkirin. Di lêkolînê de hate tespîtkirin ku kesê di wesayîtê mirî polîsê teqawid Fîkret Bala (56) ye. 
 
Dozgeriyê têkildarî bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.