ENQERE - Yek ji girtiyên nexweş ku Fevzî Arslan ku mejiyê wî dihele, ji ber ku zexta lêgerîna nava dev qebûl nekir, naşînin nexweşxaneyê. Parlamenterên DEM Partiyê ji bo Arslan were tedawîkirin û sepana lêgerîna nava dev bi dawî bibe, serî li Wezareta Karên Hundir dan.
Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan û ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, têkildarî rewşa girtiyê nexweş Fevzî Arslan ku li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Suluca ya Edeneyê tê ragirtin, serî li Wezareta Karên Hundir da.
Di serlêdanê de hat gotin ku Arslan ji ber îşkenceyên lê hatine kirin, mejiyê wî dihele û rewşa wî di asteke xeternak de ye. Bi domdarî hat diyarkirin ku Arslan, di lîsteya girtiyên nexweş a Wezareta Dadê de jî cih digire. Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku rewşa Arslan roj bi roj xerabtir dibe lê tevî vê jî sewqî nexweşxaneyê nayê kirin û ev tişt hatin gotin: “Ji ber rewşa giran, divê Fevzî Arslan li nexweşxaneyeke baş were tedawîkirin, bijîşkên pispor lê binêrin û tedawî bikin. Di şert û mercên girtîgehê de ne pêkan e ku tedawî bibe. Arslan bi tena serê xwe tê ragirtin û ketiye rewşeke wisa ku êdî ji bîr dike dermanên xwe jî bixwe.”
'JI BER ZEXTAN TEDAWIYÊ RED DIKE’
Parlamenteran gotin ku ji bo taloqkirina înfaza Arslan serlêdan hatine kirin û têkildarî vê kirarî hatine destpêkirin. Serlêdan, wiha domiya: “Divê ev pêvajo bi lez û bez û bi tendurist were domandin. Ji bo vê jî divê Fevzî Arslan sewqî nexweşxaneyê were kirin û were tedawîkirin. Lê belê ji ber sepana lêgerîna nava dev a li girtiyan tê ferzkirin ku Arslan jî red dike, sewqî nexweşxaneyê nayê kirin. Ji ber zexta lêgerîna nava dev a cendirmeyan nekarî biçe nexweşxaneyê. Piştre randevûya wî ya norolojiyê hebû lê ji ber van zextan pêk nehat. Herî dawî di 19’ê îlonê de li revîrê hewldan çêbûne ku Fevzî Arslan qaneh bikin ku lêgerîna nava dev qebûl bike û biçe nexweşxaneyê. Lê Arslan gotiye; ‘Dema mirovî carekê qebûl kir dê her tim ferz bikin.’ Bi vê sedemê jî red kir. Lewma nebirin nexweşxaneyê.”
‘VÊ SEPANÊ BI DAWÎ BIKIN’
Herî dawî jî wiha hate gotin: “Ji ber vê sepanê, xetere li ser jiyana Arslan çêbûye. Mafê xwegihandina xizmetên tenduristiyê û mafê jiyanê, mafên sereke ne. Ev maf, di hemû dewletê hiqûqê de di bin temînata dewletê de ne. Paratina mafan jî berpirsyartiya dewletê ye. Ji bo vê divê tevdîr bên girtin. Astengkirina mafê tedawiyê û sepana behsa xeberê derhiqûqtî ye. Ji bo cendirme dev ji vê sepanê berdin, divê tavilê kirariyên pêwîst bên kirin.”