Şandeya DEM Partiyê serdana malbata Kabaîş kir

  • rojane
  • 14:35 4 Cotmeh 2024
  • |
WAN - Şandeya DEM Partiyê serdana malbata xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş a ku ji 27'ê îlonê ve winda ye, kir.
 
Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) serdana malbata xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş ku ji 27’ê îlonê ve windaye, kir. Şandeyê bi dayik, bav û ferdên din ên malbatê re hevdîtinek pêk anî û derbarê xebatên lêgerînê de agahî wergirtin. Di şandeyê de parlementerên DEM Partiyê yên Wanê Pervîn Bûldan, Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Zulkuf Guneş û Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî cih girtin. 
 
Şandeyê demekê bi malbata Kabaîş re sohbet kir û pirsa halê wan kir. Şandeyê da zanîn ku ew dê wan tenê nehêlin û şopdarên xebatên lêgerînê bin.