Hunermend Helîmê Omerî û Azad Bedran hatin binçavkirin

AMED - Hunermend Helîmê Omerî û Azad BEdran hatin binçavkirin. NÇM'ê got: "Kes nikare muzîk û hunera kurdî bitepisîne." 
 
Hunermend Helîm Arslan (Helîmê Omerî) û Azad Bedran Kizilkar îro danê sibehê hatin binçavkirin. Arslan li mala xwe hat binçavkirin û Kizilkar jî li balafirgehê hat binçavkirin. Sedema binçavkirina hunermendan nehat hînkirin û hat gotin ku ew birine midûriyeta polîsan. 
 
Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) têkildarî mijarê daxuyanî da. NÇM'ê di daxuyaniya xwe de bal kişand netehemulkirina desthilatê ya li hemberî çand û hunera kurdî û got: "Kes nikare muzîk û hunera kurdî bitepisîne."