Zindana Amedê ya navenda îşkenceyê bû tê hilweşandin

  • rojane
  • 14:59 8 Cotmeh 2024
  • |
img
AMED - Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ku di dema darbeya leşkerî ya 1980’yan de îşkenceyên giran lê hatin kirin bi maşîneyên kar tê hilweşandin. Hevserokê Şaxa Komeleya 78’an a Amedê Ahmet Ertak wiha got: “Heke nava hafizayê were valakirin dê îşkenceya dermirovî were veşartin.”
 
Girtîgeha Tîpa E ya Amedê (Zindana Amedê) ku di sala 1972’yan de li navçeya Rezan a Amedê dest bi çêkirina wê hate kirin, di 4’ê tîrmeha 1980’yan hate vekirin. Girtîgeh piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yan weke “Girtîgeha Leşkerî ya Rêveberiya Awarte” hate bikaranîn. Girtîgeh bû yek ji cihên sembola faşîzma 12’ê Îlonê. Di serdema darbeya leşkerî bi sedan girtî, di îşkenceyên giran re hatin derbaskirin û rastî pêkanînên derveyî mirovahiyê hatin. Gelek girtî di dema berxwedana li dijî tiştên qewimî hate kirin de jiyana xwe ji dest dan. 
 
Girtîgeha ku di nava “10 girtîgehên herî bi nav û deng ên cîhanê yên nebaş de ye”, biryar hat dayîn ku di sala 2021’an de bibe “Muze û Qada Çandê”. Girtîgeh piştî protokola di 11’ê cotmeha 2022’yan de di navbera Wezareta Dadê û Wezareta Çand û Tûrîzmê de hate îmzekirin, dewrî Midûriyeta Çand û Tûrîzmê ya Bajêr hate kirin. Tabelaya Girtîgeha Amedê di 24’ê cotmeha 2022’yan de hate daxistin û girtîgeh hate valakirin. 
 
BERSIV NEDAN DAXWAZÊN SAZIYAN 
 
Piştî valakirinê Platforma Parastin û Piştgiriyê ya Bajêr a Amedê ku ji nûnerên saziyên li bajêr pêk tê, xwest ku li gorî cewhera qadê muzeyek bê avakirin. Hate xwestin ku şahidên serdemê jî tev li pêvajoyê bibin lê ji vê daxwazê re tu bersiv nehatin dayîn. 
 
PERGE RESTORASYONÊ ÎHALE WERGIRT
 
Girtîgeh li qadeke 49 hezar û 204 mîtroçargoşeyan ji 5 blokan pêk tê. Di nava wê de avahiya bingehîn, kompleksa sporê, atolyeyên kar, qada futbolê ya vekirî û muştemîlatê pêk tê. Midûriyeta Giştî ya Muzeyan û Hebûnên Çandinî yên Wezareta Çand û Tûrîzmê di bin kontrola Midûriyeta Bîrdarî û Rolove ya Amedê de îhaleya karê Çêkirina Qonaxa 1’emîn a projeya “Veguherandina Girtîgeha Amedê ya Muzeyê” kir. Şîrketa Bazirganiyê ya Avaniya Perge Restorasyonê îhale bi 656 milyon û 898 hezar û 967 lîreyan wergirt. 
 
Ji bo karê çêkirinê ewilî weke destpêk 14’ê îlona 2024’an hatibû diyarkirin. Di çarçoveya projeya ku dîroka wê ya xelasbûnê 14’ê hezîrana 2025’an e dîwarên di navbera blokên muzeyê de û kûlubeyên demir ên li kêleka dîwaran bi maşîneyên kar tên hilweşandin. Li girtîgeha ku 2 konteynir li nava wê hatin bicihkirin hilweşîna bi maşîneyên kar berdewam dike. 
 
LI AVAHIYA TESCÎLKIRÎ XEBATA BI MAŞÎNEYA KAR
 
Xebitîna maşîneyên kar ên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ku ji aliyê Lijneya Parastina Hebûnên Çandinî ve hatiye tescîlkirin bû sedemê bertekan. Bertekên li dijî xebitîna maşîneyên kar ên li avahiyê didomin.  
 
ERTAK: DIVÊ HAFIZAYA LI GIRTÎGEHÊ JI HOLÊ NEYÊ RAKIRIN 
 
Hevserokê Şaxa Komeleya 78’an a Amedê Ahmet Ertak ku di serdema Darbeya Leşkerî de li Girtîgeha Amedê maye û yek ji şahidê demê ye anî ziman ku ji sala 2007’an ve weke Komeleya 78’an ji bo ku ev der bibe Muzeya Mafên Mirovan xebatên zêde meşandine. Ertak, bi bîr xist ku zedetirî 100 hezaran îmze komkirine û şandine Meclisê û wiha got: “Me bi hemû partiyên siyasî re hevdîtin kir û biryar hate dayîn ku bibe muze. Me ewilî xwest bibe Muzeya Mafên Mirovan. Lê piştî proje dan îhaleyê me jî nikarî tev li bibin. Zêdetirî sedan saziyên sivîl ên civakî li Amedê deklarasyon weşand. Me bi Midûrê Roloveyê re hevdîtin kir, em çûn Enqereyê. Têkildarî ku weke daxwaza me be me serî li Midûriyeta Çand û Tûrîzmê da. Em weke şahidên wê demê ji nedîtive hatin. Me xwest ku hafızaya wir neyê hilweşandin. Em bi Galîp Ensarîoglû re axivîn. Me çikir û nekir derbarê naveroka projeyê de agahî nedan me. Heke nava hafizayê were valakirin de îşkenceyên der mirovî bên veşartin. Li wir komkujiyên mezin çêbûn. Divê ev weke wêneyekî her tim di hafizayan de bimîne. 
 
MA / Mujdat Can