Rûniştina girtî ya Meclisê dest pê kir

  • rojane
  • 16:35 8 Cotmeh 2024
  • |
img
ENQERE - Piştî gotina Erdogan a “Hedefa piştre ya Îsraîlê dê Tirkiye be”, pêşniyar hatibû kirin ku Meclis bicive. Pêşniyar hate qebûlkirin û rûniştina girtî ya li Meclisê dest pê kir. 
 
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan piştî êrişa Îsraîlê ya li dijî Lubnanê gotibû; “Hedefa din a Îsraîlê dê Tirkiye be.” Li ser van gotinan pêşniyar hatibû kirin ku Meclis bicive. Pêşniyar hate qebûlkirin û rûniştina girtî ya li Meclisê dest pê kir. 
 
Bi destpêkirina rûniştinê re Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Parastinê Yaşar Guler dê li meclisê biaxivin. 
 
Mijarên di rûniştina girtî de tên nîqaşkirin dê 10 salan veşarî bimînin.