Mehmet Ocalan: Derhiqûqtî bi erêkirina komplogeran didome

  • rojane
  • 09:07 9 Cotmeh 2024
  • |

RIHA - Mehmet Ocalan diyar kir ku derhiqûqtiya li Îmraliyê bi erêkirina hêzên di komploya li dijî Abdullah Ocalan de cih girtin didome û wiha got: “Em nizanin ka Serok li ku ye. Divê her kes di 13’ê cotmehê de li Amedê vê pirsê bike.” 

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê û nêzî 26 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîda mutleq de tê ragirtin. Tecrîda mutleq a li dijî Abdullah Ocalan di raporên gelek saziyên navneteweyî de jî cih girt. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî di çarçoveya “Mafê hêviyê” de biryara binpêkirinê dabû û ev mijar hêj jî di rojeva Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de ye. Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya 26’emîn salvegera komployê û di  çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de dê di 13’ê cotmehê de li Amedê mitîngeke mezin li dar bixe. 
 
HEWLDANÊN ÇARESERIYÊ YÊN ABDULLAH OCALAN 
 
Mehmet Ocalan ku di 25’ê adara 2021’ê de hevdîtina bi telefonê ya dawî bi kekê xwe Abdullah Ocalan re kiribû, têkildarî komploya navneteweyî û tecrîda girankirî axivî. Mehmet Ocalan, diyar kir ku gelek dewletan di komploya navneteweyî de cih girt û di bingeha komployê de jî pirsgirêka kurd hebû. Ocalan, anî ziman ku Abdullah Ocalan ji ber “Rêberê Gelê Kurd” bû lewma hedef hate girtin û wiha got: “Pirsgirêka kurd pirsgirêkeke gelek giran e. Ne pirsgirêkeke 26 sala ye. Dewletên di komployê de cih girtin nedixwestin pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin. Di nava 26 salên dawî de yek ji kesên herî zêde Serok dîtî ez im. Serok her tim xwest pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bike û hêj daxwaza wî ew e. Dixwaze ku bêyî xwîn were rijandin, bêyî mirin çêbibe ev meseleye çareser bibe. Ev yek, daxwaza gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn e. Lê belê hêzên hegemon ên navneteweyî ku sed sal berê Kurdistan dabeşî çar parçeyan kirin, di çarçoveya berjewendiyên xwe de nêzî pirsgirêkê dibin û kurdan bi kar tînin. Ev yek tiştekî gelek kirêt e.” 
 
'EV YEK ÎNSANÎ NÎNE’
 
Ocalan, destnîşan kir ku muxatabên pirsgirêkê guhên xwe li banga Abdullah Ocalan a “Em pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bikin” girtine û wiha pê de çû: “Ji bo çareseriya bi rêyên demokratîk firsend nedan. Hemû kes dît bê3 ka çawa bersiv dan vê daxwazê. Her kes dibîne ka niha li Herêma Kurdistanê çi dikin.”
 
Bi domdarî Ocalan bi bîr xist ku 43 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin û wiha pê de çû: “Komplo berdewam e. Ev 43 meh in em agahiyan ji Îmraliyê nagirin. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Mînaka vê di dinyayê de nîne. 4 mirov li wir in. Dijîn, najîn em nizanin. Ev, tiştekî însanî nîne. Ma dê kî vê qebûl bike. Ev siyaset siyaseteke pir kirêt e. Ev derhiqûqtî bi erêkirina hêzên di komployê de cih girtin tê domandin.” 
 
Ocalan, da zanîn ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan heta niha gelek kampanya hatine lidarxistin û ev tişt anî ziman: “Ji sala 1999’an roja Serok birin girtîgehê heta niha kurdan ji bo azadiya wî gelek bedel dan. Gelê kurt têkoşiya. Serok digot; ‘Divê her tişt di dema xwe de were kirin.’ Di navbera salên 2015-2013’an de me di vê mijarê de tiştek nekir. Lewma em sûcdar in. Ev rastî ye. Serok ji bo gelê kurd têkoşiya. Ne ji bo malbat, xizm û gundiyên xwe, ji bo gelê kurd têkoşiya.”
 
BANGA 13’Ê COTMEHÊ
 
Ji bo mitînga ku dê di 13’ê cotmehê de bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk li Amedê bê lidarxistin jî Ocalan ev bang kir: “Bêyî ferq û cudahiya ziman, netewe û olan banga me ji bo her kesên xwedî wijdan e; divê her kesên dixwazin pirsgirêka kurd were çareserkirin tev li mitîngê bibe. Em nizanin ka Serok li ku ye. Gelo li Îmraliyê ye? Divê her kes vê pirsê di 13’ê cotmehê de li Amedê bipirse. Dê 13’ê cotmehê bibe eynika kesên dixwazin pirsgirêka kurd were çareserkirin.” 
 
'BI QANÛNÊN XWE BIKIN’
 
Ocalan, bang li Wezareta Dadê kir ku li gorî qanûnan tevbigere û wiha bi dawî kir: “Gelo wijdana vê çawa qebûl dike? Ev bû 43 meh tu agahî ji 4 kesan nayên girtin. Dema mijar dibe kurd qanûnan ji bîr dikin. Bi qanûnên xwe bikin. Çima saziyên hiqûqê yên navneteweyî vê nabînin? Çima guhên xwe digirin? Wijdana raya giştî ya cîhanê çima bêdeng e? Serok, di bin vê dara em niha lê roportajê didin gelek pirtûk xwend. Di encama vê de kete nava têkoşîna ji bo gelê kurd. Dema kurd li ber tunebûnê wî kurd bi hemû cîhanê da naskirin. Divê em jî xwedî li wî derkevin.” 
 
MA / Emrûllah Acar