Unsal: Heke qala aştiyê bikin wê demê divê deriyên Îmraliyê bên vekirin

  • rojane
  • 10:42 9 Cotmeh 2024
  • |
STENBOL - Ahmet Faruk Unsal ku di Şandeya Mirovên Aqilmend cih digirt, diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û axaftina li ser aştiya navxweyî divê tecrîda li Îmraliyê were rakirin û Abdullah Ocalan muxatab were girtin. 
 
Şerê li Rojhilata Navîn her ku diçe gur dibe û vê yekê bandor li siyaseta Tirkiyeyê jî kir. Endamê Şandeya Mirovên Aqilmend û Serokê Giştî yê MAZLUMDER’ê yê berê Ahmet Faruk Unsal, têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd û geşedanên di siyasetê de axivî. 
 
KRÎZ Û PIRSGIRÊKA KURD
 
Unsal, diyar kir ku komarê xwe li ser dijberiya kurdan ava kiriye lewma di tevahiya komarê de her tim serhildanên kurdan çêbûne. Unsal, anî ziman ku pirsgirêka kurd êdî veguheriye pirsgirêkeke navneteweyî û wiha domand: “Her ku Tirkiye taloq dike û ser digire, pirsgirêka kurd hêj mezintir dibe û bêhtir dibe pirsgirêka navneteweyî. Êdî Tirkiye ne tenê di nava sînorên xwe de, her wiha li başûrê Kurdistanê û Rojava jî mudaxileyên fiîlî yên leşkerî kir û li wir hewl dide ji hêla leşkerî ve mayinde be. Hûn ji kîjan alî ve lê dinêrin binêrin, pirsgirêka kurd gefeke mezine li ser aborî û aştiya civakî ya gelên Tirkiyeyê. Neçareserkirina pirsgirêka kurd û krîza aborî û pirsgirêkên din girêdayî hev in. Bi rastî jî Tirkiye krîza aborî ya herî giran dijî. Di dema Çîller û Ecevît de jî krîz hebûn lê ewqas dirêj nekirin. Bêguman ji ber ku Tirkiyeyê aştiya navxweyî pêk ne aniye lewma ev krîz hene. Çareseriya vê jî girêdayî çareserkirina pirsgirêka kurd, demokratîkbûn û pergala parlamenteriyê ye.” 
 
BAL KIŞAND SER PÊVAJOYA MUZAKEREYAN
 
Unsal, bal kişand ser silavdayina Bahçelî ya parlamenterên DEM Partiyê û wiha got: “Piştre jî çendek mesan dan. Ev yek nîşan dide ku fêmkirina ji xetereyên li ser Tirkiyeyê guherîne. Heke wisa be, divê vê veguherînin firsendekê. Ji ber ku pêdiviya Tirkiyeyê ya bi aştiyê tê wateya pêdiviya kurdan a bi aştiyê. Lewma jî di vê rewşê de dikarin pêvajoyeke demokratîk, wekhevîparêz bidin destpêkirin. Ev dê ji bo gelên tirk û kurd û belkî gelên cihû, ereb û ermenan jî deriyeke nû veke. Divê hemû kes dev ji pozîsyona xwe ya kevneşop berde û ber bi pêvajoya muzakereyan ve biçin.” 
 
PÊVAJOYA 2013-2015’AN
 
Unsal, serdema Şandeya Mirovên Aqilmend ava kiribû bi bîr xist û wiha got: “Pêvajoya guftûgoyê di mijara çareseriya pirsgirêka kurd de gava herî mezin bû. Hemû gelan piştgirî didan lê ev weke firsendek bi kar ne anîn. Di navbera 2013-2015’an de Mirovên Aqilmend li qadê bûn û Tirkiyeyê pêvajoya çareseriyê ceriband. Cerebeyeke ewil bû. Hinek kêmasî çêbûn. Îktîdara siyasî muxalefet baş daxilî pêvajoyê nekir. Lê ji Mutabeqeta Dolmabahçeyê heta deklarekirina ku tevgera kurdan çekan berde, pêvajoyeke pir radîkal hate jiyîn. Li bajarên kurdan piştgiriyeke mezin hebû lê li herêmên Behra Spî û Behra Reş jî piştgiriyeke cidî hebû. Ji ber ku her kes baş hatibû agahdarkirin bê ka dê aştî bi xwe re avantajên siyasî, aborî û civakî yên çawa bîne. Lê bawerim parlamento baş nekete nava vî karî. Her wiha mekanîzmayeke ku vê pêvajoya muzakereyan kontrol bike nehatibû avakirin. Vê jî rê li ber serkeftina pêvajoyê girt. Heke ev mekanîzma hebûna û kontrol bikirana bê ka aliyan sozên xwe çiqas pêk anîne, dê ev kêmasî derneketibûna.” 
 
'DIVÊ DERIYÊN ÎMRALIYÊ BÊN VEKIRIN’
 
Unsal, got ku aktorê herî girîng ê pêvajoyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû û ev nirxandin kir: “Lê niha di tecrîdê de tê ragirtin. Êdî nema dikarin vê rewşa tecrîdê bidomînin. Li Sûriye, Iraqê, Tirkiyeyê û li Îranê muxalefeteke xurt û birêxistinkirî ya kurd heye. Tekane lîderê nîqaş li ser nayên kirin jî Abdullah Ocalan e û weke rêberê xwe dibînin. Lewma tecrîdkirina şexsekî wiha û tevlinekirina wî ya pêvajoyê dê bike ku hûn nekarin muzakereyan bidin destpêkirin. Ji ber vê jî bêguman divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Hûn jê hez bikin jî jê hez nekin jî giraniyeke Ocalan a wiha li ser tevgera kurd heye. Wê demê karê ewil ê ku divê hûn bikin ew e ku vê rewşê weke avantajekê bi kar bînin. Di dawiya dawî de tekane kesê ku bandoreke wî ya wiha mezin li ser tevgerê heye ew e û bi axaftina bi wî re hûn dikarin xwe bigihînin cihekî. Ev yek ji bo dewletê jî dê hêsantir bibe. Hûn dikarin bi kesekî re rûnin û bi berfirehî biaxivin. Lê divê tecrîd bi temamî ji holê were rakirin. Di demeke ku li Rojhilata Navîn xwîn diherike de heke em li ser aştiyê biaxivin, hêvîdarim ku aktorê wê yê herî girîng muxatab bê girtin û îradeyeke siyasî ya wiha li Tirkiyeyê pêş bikeve.” 
 
‘MEKANÎZMAYA VENÊRÎNÊ’
 
Unsal, daxuyand ku heke pêvajoyeke nû were destpêkirin, divê her kes di vê mijarê de berpirsyartiyê li xwe bigire û wiha bi dawî kir: “Heke di rojên pêş de careke din pêvajoya aştiyê dest pê bike, wê demê tişta ku dive teqez were kirin ev e; divê em li gorî derfetên xwe mekanîzmayeke venêrînê ava bikin. Her wiha heke şandeyeke navbeynkar hebe, divê kesên tê de cih digirin ji hêla her du aliyan ve bên pejirandin. Lewma jî kî bi peywireke wiha ya dîrokî were peywirdarkirin, ev karekî bişeref e. Dê ji bo yekitiya me ya civakî, jiyan û mirovahiyê gavekî girîng be. Peywirekî girîng e û divê her kesên ev peywir jê tê xwestin teqez qebûl bikin. Heke tiştekî wiha ji min were xwestin, ev yek dê ji bo min şeref be, girîng e. Ez ê qebûl bikim.” 
 
MA / Îbrahîm Irmak