Hunermendên binçavkirî dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin

  • rojane
  • 15:13 9 Cotmeh 2024
  • |
img
AMED - Hunermend Helîm Omerî û Azad Bedran ku li Amedê hatibûn binçavkirin dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin. 
 
Hunermend Helîm Arslan (Omerî) û Azad Bedran Kizilkar di 7’ê cotmehê de li Amedê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de hatin binçavkirin. Ji bo dosyaya wan biryara “nepeniyê” heye û hunermend bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” tên tawanbarkirin. 
 
Îfadeyên emniyetê yên Arslan û Kizilkar hatin hilgirtin. Dema binçavkirinê ya hunermendan ji bo 24 saetan hate dirêjkirin û hat zanîn ku dê sibe ji bo îfadeya dozgeriyê sewqî Edliyeya Çaglayanê bên kirin.