AMED - Baroya Amedê têkildarî pirsgirêka kurd rapora çareseriyê weşand. Di raporê de ji Şertê Rêveberiyên Herêmî yên Xweser a Ewropayê heta qeyûm, girtina partiyên siyasî, perwerdeya bi zimanê dayikê, pergala cerdevantiyê, tecrîd û “Mafê hêviyê” yê girtiyan gelek pêşniyar hatin kirin.
Baroya Amedê rapora xwe ya “Ji bo aştiya civakî pêdiviyên hiqûqî û pêşniyarên di çarçoveya meseleya kurd de” parve kir. Daxuyanî li avahiya partiyê hate dayin û têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd pêşniyar hatin rêzkirin.
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren di daxuyaniyê de got ku dê reformên hiqûqî ji bo çareseriya pirsgsirêka kurd sûdewer bin. Eren, da zanîn ku mafên herî bingehîn ên kurdan jî hatine bisînorkirin û dê çareseriya meseleya kurd teşe bide tevahiya Tirkiyeyê. Eren, wiha domand: “Ev çareserî jî tenê bi destûreke bingehîn a nû û guherînên berfireh pêkan e.”
GAVÊN DIVÊ JI BO ÇARESERIYÊ BÊN AVÊTIN
Eren, bal kişand ser êrişên di demên dawî de li dijî zimanê kurdî tên kirin û wiha pê de çû: “Ji ber govendên li ber stranên kurdî tên gerandin, bi sûcdariyên bêbingeh gefên darazî tên xwarin, welatî tên girtin, ceza tên dayin. Her wiha polîtîkaya qeyûman, astengkirina hişyariyên trafîkê yên bi kurdî û hwd. nîşaneyên polîtîkaya înkar û redkirinê ya di pirsgirêka kurd de ne. Pirsgirêka kurd, pirsgirêkeke sereke ya mafê mirovan e. Ji bo mîsogerkirina van mafên sereke, naskirina nasnameya kurd û jîndarkirina çanda kurdî, hewceye di çarçoveya belgeyên mafên mirovan ên navneteweyî de sererastkirinên makezagonî û qanûnî bên kirin. Ji bo dabînkirina daxwazên weke hemwelatiya makezagonî, perwerdeya bi zimanê dayikê û xurtkirina rêveberiyên herêmî, divê standartên mafên mirovan ên navneteweyî bikevin meriyetê û hemû mafên bingehîn ji hêla hiqûqî ve bên misogerkirin. Di vê çarçoveyê de divê pergaleke hiqûqê were avakirin.”
'DIVÊ DESTÛRA BINGEHÎN A HEMÛGIR BE’
Di berdewamê de Eren ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd bal kişand ser girîngiya destûra bingehîn a nû û ev tişt anî ziman: “Ji bo çareseriya meseleya kurd, divê destûra bingehîn a nû hemû derdorên civakî di nava xwe de bihewîne, azadîxwaz û demokratîk be. Divê piretnîsîtetiya Tirkiyeyê nas bike û ji ber vê sedemê jî beşa destpêkê balê nekişîne tu etnîk, ol û mezheban; her wiha divê pênaseyeke hemwelatîtiyê ya ku qala tu nasname û çînan nake û xwedî wateyeke berfireh hebe. Ji bo vê jî divê avadaniyeke îdarî ya nenavendî ku li ser bingeha demokratîkbûnê hatiye sazkirin bikeve meriyetê.”
BAL KIŞAND SER TÊGEHA ‘HEMWELATÎTIYA TIRKIYEYÊ’
Eren, got ku têgeha “tirkbûnê” ya di xala ewil a Destûra Bingehîn de ne li gorî avadaniya piranîparêz e û wiha pê de çû: “Divê zimanê dahyikê di hemû qadên jiyanê de bên bikaranîn. Li şûna hemwelatiya tirk, divê pênaseya ‘hemwelatiya Tirkiyeyê’ hebe. Hewceye daraz ku di dewletên hiqûqê yên demokratîk ji bo cîbicîkirina edaletê peywirdar in xweser, bêalî û xwedî pratîkeke li ser bingeha maf be. Ev yek mecbûriyeteke. Divê astengiyên li pêşiya serbixwebûn û bêalîtiya dadger bên rakrin, li ldijî pêvajoyên keyfî yên darazê tevdîr bên girtin û di mijara cîbicîkirina biryarên AYM û DMME’yê de tevdîr bên girtin.” Eren, bal kişand ser binpêkirinên ji ber Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê derdikevin holê û got ku divê ev qanûn ji holê were rakirin.
Eren, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema mirov li destûra bingehîn û hukmên qanûnî dinêre; pirsgirêkên sepanên qeyûman, girtiyên nexweş û tecrîdê, gefa bêbingeh ên darazê û astengiyên li pêşiya bikaranîna mafên sereke, pirsgirêkên avadaniyê ne. Mewzûatên têkoşîna li dijî terorê ku pir berfireh e û qanûnên din ku li dijî muxalîfan weke amûrekê tên bikaranîn, divê bên guhertin û li gorî hiqûq û standartên mafên mirovan ên navneteweyî bin. Divê neyê jibîrkirin ku, heta ku di mijara mafên mirovan de misogeriyên hiqûqî neyên kirin dê aştiyeke civakî ya mayinde jî pêkan nebe. Çareseriya demokratîk û aştiyane ya meseleya kurd, heta ku demokratîkbûneke bibandor û perspektîfeke hiqûqî neyên pêşxistin dê ev bêedaletiya roj bi roj zêde dibe bi dawî nebe. Her wiha dê bêedaletiyên di demên berê de hatine kirin neyên telafîkirin.”
RAPOR Û PÊŞNIYAR
Rapor ji 60 rûpelan pêk dihat û “Pêşniyarên Polîtîkaya Navneteweyî” cih girt. Di pêşniyaran de ji Tirkiyeyê hate xwestin ku di peyman û protokolên navneteweyî de sekna xwe ya dûreperêz rake. Di raporê de wiha hate gotin: “Divê hemû hukmên Şertê Rêveberiyên Herêmî yên Xweser a Ewropayê yên derveyî qanûna bi dîroka 1991’ê de hatine hiştin bên îmzekirin û erêkirin. Ji bo ku ev hukm bibin parçeyeke hiqûqa navxweyî, hewceye di destûra bingehîn û qanûnan de sererastkirin bên kirin.”
Bi domdarî hate xwestin ku di Destûra Bingehîn a nû de li şûna peyva “Miletê tirk”, pênaseya “Hemwelatipyên Komara Tirkiyeyê” bê bikaranîn. Hat xwestin ku madeyên rê li ber girtina partiyên siyasî vedikin ji Destûra Bingehîn bê derxistin.
Di raporê de bal kişandin ser dozên Selahattîn Demîrtaş, Osman Kavala û Can Atalay û wiha hate gotin: “Pergaleke darazê ya bibandor, şefaf û karîger bingeha xwe ji hukmên mewzûatê yên parastina mafên mirovan misoger dikikn û pratîka dozgeran ên li ser bingeha mafan digire. Divê pergala darazê rêzê ji bo mafên bingehîn û azadiyên her kesî bigire û ji bo bi awayekî adilane û serbixwe misoger bike were sererastkirin.”
GUHERÎNÊN QANÛNÎ
Bi domdarî di raporê de têkildarî guherînên qanûnî çendek pêşniyar hatin kirin. Di raporê de hat xwestin ku ji bo di dozên îşkence û miameleya xerab, kuştin, înfaz, cînayetên kiryarnediyar, windakirinên di bin çavan de ku dikevin kategoriya sûcên li dijî mirovahiyê de demborîn çênebe hukmek li qanûnê were zêdekirin.
Ev guhertin di raporê de hatin rêzkirin:
“* Divê Tirkiye Peymana Navneteweyî ya Têkildarî Parastina Herkesî ya li Dijî Windakirina bi Darê Zorê û Statûya Romayê erê bike.
* Divê Fikaraya 2/1. û Xala 3’yemîn a Qanûna bi Hejmara 3713 a Sûcê Rêveberiya Rêxistina Derqanûnî yan jî Endamtiyê (TCK 314/1-2. Madde) û fikrayên yekemîn û duyemîn ên madeya 314’emîn a TCK’ê ya hejmar 5237’ê bi hev re bên nirxandin. Divê “Zelalkirina Pênaseya Sûc”, “Eşkereyî û Diyarîbûn” û “Standarda Delîlan” bên ferzkirin.
* Hewceye madeya Her Çend Endamê/a Rêxistina Derqanûnî Nebe jî Bi Zanebûn û Bi Dilxwazî Alîkarî Daye (TCK 220/7. Madde) ji holê were rakirin.
* Divê madeya Her Çend Endamê/a Rêxistinên Nebe jî li Ser Navê Rêxistinê Sûc Kiriye (314/3. Madde) ji holê were rakirin.
* Divê Madeya 299 (Heqareta li serokkomar hatiye kirin) û madeya Biçûkxistina Milet û Dewletê (TCK Madde 301) bên rakirin.
* Ji ber ‘Nezelaliyê’ divê madeya 1’emîn a di TMK’ê de, Madeya 2’yemîn, madeyên 3, 4, 5, 6’emîn û madeyên Maddeya 7/2’an divê bên rakirin.
DIVÊ BIRYARÊN TÊKILDARÎ MAFÊ HÊVIYÊ BÊN CÎBICÎKIRIN
Di berdewamê de hate gotin ku cezayê muebbeta girankirî heta mirinê berdewam dike û ev rewş li dijî “Mafê hêviyê” ye. Di raporê de hat xwestin ku cezayê muebbeta giran tê wateya binpêkirina mafê hêviyê, Qaîdeyên Mandela yên NY’ê, rêgeza dewleta hiqûqê, rêgeza sûdaweriya hiqûqî û wekheviyê ya divê parastin û rêgeza bipîvanbûnê ye. Bi domdarî hate gotin ku li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtî Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan cezayê muebbeta girankirî hatiye birîn. Hat gotin ku DMME’yê derheqê Ocalan û girtiyên de di çarçoveya “Mafê hêviyê” de biryara binpêkirinê daye û divê Tirkiye li gorî biryaran tevbigere.
Her wiha di raporê de hate gotin ku ji bo di sûcên edlî de mercên rejîma înfazê yên wekhev ava bibin, divê sepanên înfazê yên tecrîdê bi xwe re tînin ji holê bên rakirin, madeyên ku rê li ber binpêkirina “mafê hêviyê” vedikin bên rakirin, sererastkirina ku rê li ber taloqkirina tehliyeyan vedike bên betalkirin û nediyariyên di Qanûna Salahiyeta Wezîfeyê ya Polîsan de ji holê bên rakirin.
DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN
Di raporê de hate destnîşankirin ku divê tecrîda li girtîgehan bê rakirin, cezayê tecrîdê ji mewzûatê bê rakirin û li gorî van rêgezan qanûna înfazê û rêzikname bên sererastkirin. Di vê çarçoveyê de ev pêşniyar hatin rêz kirin:
“* Ji ber mirovbûna girtiyan ji rûmet û nirxên wan re rêz girtin,
* Tevgerîna li gorî xizmetên tib û tenduristiyê,
* rola xebatkarên tenduristiyê,
* Ji bilî hemû îdia û pêkanînên îşkence û mûameleyên derveyî mirovahiyê yên têkildarî girtiyan lêpirsîna hemû mirinên di bin çavan de,
* Berçavgirtina welatên di bin şertên zor de parastina komên hesas ên ji azadiya xwe bêpar mane û pêşwazîkirina pêdiviyên wan ên taybet,
* Bicihanîna mafê xwegihandina temsîliyeta qanûnî,
* Ji bo karibe gilî û gazinan bike û kontrolên serbixwe pêk bîne,
* Ji bo ku welat li gorî Rêgezên Mandela yên NY’yê tevbigerin,
* Divê perwerdeya personelên girtîgehê û personelên din ên ku dê Rêziknameya Mandela ya NY’yê bi cih bînin, bê ewlekirin.”
Di berdewama raporê de wiha hate gotin: “Divê cezayên disîplînê û qanûnên têkildar ên di qanûna bi hejmara 5275’an de hatine diyarkirin li gorî Rêzikên Mandela yên NY’yê bên sererastkirin, di serî de tecrîda li girtîgehan hemû pêkanînên li dijî rûmeta mirovahiyê bên rakirin, hukmên mewzûatê li gorî hiqûqa mafên mirovan bê sererastkirin. Divê xala 17/2 a TMK’ê ya bi hejmara 3713’yan bê rakirin, li gorî xala 48/4’an a qanûna bi hejmara 5275’an divê dema rewşa baş li ber çavan bê girtin û biryara berdana bişert were wergirtin.”
GIRTIYÊN NEXWEŞ
Di beşa raporê ya têkildarî girtiyên nexweş de hate xwestin ku ji bo raporên tenduristiyê yên ji bo taloqkirina înfazê tên wergirtin, qanûn bên çêkirin ku raporên ji nexweşxaneyên baş bên wergirtin tê re bike. Hate destnîşan kirin ku divê pîvana “ji ewlehiya civakê xetere ye” ji xala qanûna têkildar bê derxistin. Hate diyarkirin ku li dijî biryarên keyfî yên Lijneya Îdare û Çavdêriyê, ji bo parastina mafên bingehîn divê garantiyên qanûnî bên dayîn.
OHAL Û KHK
Di raporê de hat destnîşankirin ku ji ber Qanûna Rewşa Awarte (OHAL) maf û azadiyên bingehîn bi rengekî kêfî hatine sekinandin û hat destnîşankirin ku divê OHAL û KHK’yên OHAL’ê bên rakirin. Dîsa hat xwestin ku xalên ku kirin sedemê tayînkirina qeyûman bên rakirin.
Têkildarî cerdevanan jî wiha hate gotin: “Divê hemû cerdevanên demkî û dilxwaz ji peywîrê bên girtin û demildest bên bêçekkirin. Divê ji bo cerdevanên ku sûc kirine bên darizandin sererastkirinên qanûnî yên pêwîst bên kirin. Cerdevanên ku sûc nekirine û temenê wan tê re bike demildest bên teqawîtkirin, sererastkirinek bê kirin ku yên din jî ji bilî sektorên hesas ên weke ewlehî û perwerdehiyê li sektorên cemaweriyê yên din bên îstîhdamkirin.”
QANÛNA PARTIYÊN SIYASÎ
Di raporê de ku qala Qanûna Partiyên Siyasî jî tê kirin, wiha tê gotin; “Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, beriya her tiştî divê mafên hilbijêr û siyasetmedarên kurd ên tevlibûna li jiyana demokratîk bên naskirin û berdestkirin. Bi vê armancê divê temamê xala 81’emîn bê rakirin. Divê xala 101’emîn a Qanûna Partiyên Siyasî jinûve bê sererastkiri, di çarçoveya îçtîhata DMME’yê û krîterên Venedîkê de bê dijwartirkirin. Li gorî vê divê partiyên ku bi awayekî aşkere tundiyê diparêzin û tundiyê dikin bên girtin. Divê benda hilbijartinê ya bilind ku asteng dike vîna siyasî ya civakî bikeve parlamentoyê daxînin ji sedî 5’ê. Divê bêyî li mezinatiya wan û rêjeya dengê ku digirin binêrin hemû partî ji xezîneyê ji sedî 3 alîkariyê bigirin. Ev her du qanûnên tên pêşniyarkirin divê bi hikmên ku li dadgeha destûra bingehîn bên zêdekirin re bên ewlekirin.”
PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ
Di raporê de perwerdehiya bi zimanê dayikê derket pêş. Di raporê de ev hate gotin: “Bi guhertina Qanûna Bingehîn a Perwerdeya Neteweyî re, divê bê ewlekirin ku zarokên zimanê wan ê dayikê ne tirkî ye bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeya pêşdibistanê bibînini Ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê ya bi zimanên cuda binesaziya qanûnî bê avakirin û di metnên qanûnî de yekrengî were parastin divê tedbîr werin girtin.” Di raporê de hate pêşniyarkirin ku astengiyên qanûnî yên li pêşiya bikaranîna tîpên di Qanûna Tîpan de bi tirkî nînin bên rakirin û cezayên di xala 222’yemîn ên TCK’ê de cih digirin bên rakirin û wiha hate gotin: “Bi vê armancê: divê xalên 2’yemîn û 4’emîn ên Qanûna Tîpan bên rakirin. Divê xala 222’yemîn a TCK’ê bê rakirin. Divê di xala 1’emîn de ji bilî mecbûriyeta tirkî, weke vebijêrkên duyemîn û yên pişt re guhertin bên kirin ku zimanên cuda dikarin bên bikaranîn.”
‘QANÛNA PAŞNAV’
Di raporê de têkildarî Qanûna Paşnavî ev peşniyar hate kirin: “Divê gotina ‘bi navên êşîr, nijadên biyanî û netewan’ ku di xala 3’yemîn a Qanûna Paşnavê de bê rakirin. Di xala 6’emîn a Qanûna Paşnav de divê rayeya teserûfê ya daye îdareyê bê rakirin. Divê xalên 5, 7 û 8 ên rêziknameya paşnavî bên rakirin.”
‘DIVÊ MESELEYA KURD BÊ ÇARESERKIRIN’
Di beşa encamê ya raporê de cih dan van îfadeyan: “Hêmana bingehîn a pêşî li meseleya kurd vekir, di serdema komarê ya 100 salan de destûr nedayîna ku kurd bi nasnameya xwe ya etnîkî û siyasî nikarin hebûna xwe bidomîne ye. Beşa destpêka Dadgeha Destûra Bingehîn jî di nav de di temamê wÊ de nasnameya etnîka tirkî tê destnîşankirin. Ev yek li dijî civaka pirrengî ya Tirkiyeyê ye. Ji bo daxwazên weke welatîbûna destûra bingehîn, perwerdeya bi zimanê dayikê û xurtkirina rêveberiyên herêmî, divê standarteke mafên mirovan a navneteweyî bikeve pratîkê û li gel guhertinên qanûnî sîstemeke hiqûqê ya ku mafên bingehîn di warê qanûnî de bên ewlekirin, bê avakirin.
DIVÊ GEFA DARAZÊ BÊ RAKIRIN
Li Tirkiyeyê rewşa mafên mirovan di 40 salên dawî de zêdetir ber bi xerabiyê ve çûye. Di êrîşên dawî yên li hemberî nasname, ziman û çanda kurd de qanûnên têkoşîna li dijî terorê û tedbîrên ewlekariyê hatine bikaranîn, dadgerî hatiye amûrkirin, ji bo krîmînalîzekirina beşên civakê yên mûxalîf bi zanebûn hatiye îstîsmarkirin û xebatên wan ên rewa weke 'gefa li dijî fermana destûra bingehîn' tê pênasekirin û welatî bi gefa darazê hatine cezakirin. Divê qanûnên têkildar divê li gorî hiqûqa mafên mirovan û standartan bên çêkirin. Divê neyê jibîrkirin ku di mijara mafên bingehîn de bêyî garantiyên qanûnî nepêkane ku aştiyeke civakî ya mayînde pêk were. Heta ku çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûneke bi bandor û perspektîfeke hiqûqî neyê pêşxistin û bi cih neyê anîn, wê ev bêedaletî her zêde bibe û bêedaletiyên di dema borî de hatine kirin tu caran neyên telafîkirin.”