NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD’ê da zanîn ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê ji sala 2021’ê heta niha herî kêm tehliyeya 501 girtiyan asteng kirine û xwest ev lijneye were girtin.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî Lijneya Îdare û Çavdêriyê ku bi hincetên cuda tehliyeyên bi sedan girtiyan asteng dikin, li gelek bajaran daxuyanî da. Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê li avahiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyanî da.
RÊZIKNAME
Hevserokê Şaxê Omer Faruk Yazmaci metna hevpar xwend. Metna hevpar a bi serenavê “Bila Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya tehliyekirina girtiyan asteng dike bên betalkirin” wiha ye: “Guhertina di Madeya 89’emîn a Qanûna Têkildarî Înfazkirina Ceza û Tevdîrên Ewlehiyê ya hejmar 5275’ê û Rêziknameya Têkildarî Navendên Çavdêrî û Dabeşkirinê û Nirxandina Hikûmxwaran di 29’ê kanûna 2020’an bi Rojnameya Fermî ya hejmar 31349’ê re kete meriyetê. Lijneyên Îdare û Çavdêriyê yên bi vê rêziknameyê re ketin meriyetê, her 6 mehan carekê rewşa girtiyan dinirxîne bê ka halbaş in yan na. Li gorî fikraya sêyemîn ya madeya 89’an a Qanûna Hejmar 5275’ê, dê serdozgerê komarê yan jî kesekê/a ku ew diyar dike dê serokatiya lijneyê bike. Di vê lijneyê de; midûrê saziyê, midûrê duyemîn ê ji çavdêrî û dabeşkirinê berpirsyar, memûrê îdareyê, bijîşkê girtîgehê, psîkiyatrîst, psîkologek û personeleke di servîsa alîkariya psîko-sosyalê de cih digire, mamoste, serememûrê înfaz û parastinê û personeleke teknîkê yê ji hêla midûrê saziyê ve hatiye diyarkirin dê di lijneyê de cih bigirin.
LI DIJÎ PMME Û DESTÛRA BINGEHÎN E
Rêziknameya behsa xeberê ji destpêka sala 2021’ê ve kete meriyetê û ev lijneye hem li dijî Destûra Bingehîn e hem jî li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye. Weke Navenda Giştî ya ÎHD’ê, me di 12’ê kanûna 2020’ê de bi daxwaza betalkirina vê lijneyê serî li Dadgeha Kargerî ya Bilind da. Em dixwazin ji raya giştî re ragihînin ku dadgehê heta niha jî derheqê vê doza me de biryarek nedaye.
HERÎ KÊM TEHLIYEYA 501 GIRTIYAN HATE ASTENGKIRIN
Gelek girtiyên ku tehliyeyên wan ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve hatine astengkirin, bi rêya malbat û parêzerên xwe serî li komeleya me dan. Ji ber ku Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan daneyan parve nake, agahiyên zelal li ber dest nînin bê ka heta niha tehliyeya çend girtiyan hatiye astengkirin. Lê belê weke ÎHD’ê bi qasî me tespît kiriye; ji sala 2021’ê roja ev lijneye ketiye meriyetê heta niha herî kêm tehliyeya 501 girtiyan bi periyodên 9 meh, 6 meh û 3 mehan hatine taloqkirin. Hêj niha jî tehliyeya hinek girtiyan tê astengkirin. Ji girtiyên tehliyeya wan hatine taloqkirin 54 jê ji girtiyên 30 sal in di girtîgehê de ne. Van kesan mafê berdana bişert qezenc kiriye. Ji girtiyên tehliyeyên wan hatine astengkirin 73 jê girtiyên jin in. Her wiha ji girtiyên tehliyeyên wan hatine astengkirin 105 jê di lîsteya me ya girtiyên nexweş de cih digirin û ji wan jî rewşa 42 yan giran e. Di sala ewil a rêzikname ketiye meriyetê de tehliyeya yek ji girtiyên nexweşiya wî giran Hayrettîn Yilmaz hate taloqkirin û mixabin Yilmaz ji ber nexweşiyên xwe yên giran li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Ji girtiyên tehliyeya wan hatiye taloqkirin 123 jê di pêvajoyên piştre de hatin berdan.
BIRYARÊN KEYFÎ
Lijneyên ku di çarçoveya vê rêziknameyê de hatine avakirin, xwe dixin şûna dadgehan û derheqê girtiyan de biryar didin bê ka başhal e yan nebaşhal e. Her wiha wiha biryarê didin bê ka dê girtî ji mafê xwe yên berdana bişert û berdana bikontrol bikar bînin an na. Di lijneyê de ji bilî dozgerê girtîgehê, biryarên tu yek ji van kesên di van lijneyan de cih digirin hiqûqî nînin ku weke dadgehê paralel tevdigerin. Derheqê gelek girtiyan de heta roja tehliyeya wan biryarên başhaliyê tê dayin lê di dema berdanê de biryara ‘nebaşhaliyê’ tê dayin û tehliyeyên girtiyan girêdayî biryarên keyfî yên rayedarên girtîgehê tên kirin. Girtî û parêzerên wan li dijî van biryaran îtîrazan dikin lê encamek nayê bidestxistin. Bi vê yekê re tehliyeyên girtiyan bi demekê dirêj re tê vehêlandin.
QANÛNAN BI PAŞ VE DIBIN
Li dijî prensîba 'qedexekirina qanûnek paşde hatiye derxistin’ê ye ku Desteya Îdarî û Çavdêriyê bi hinceta cezayên disiplînê yên beriya roja ketina rêziknameyê hatine girtin, biryarê didin ku girtî ne baş in. 7/1-2 ya Qanûna Ceza ya Tirk de tê gotin ku divê roja ku sûc hatiye kirin esas bê girtin. Li gorî xala 38'an a Destûra Bingehîn, hukmên neyînî yên ku piştî roja sûcê ketine meriyetê, li ser bersûc nayê sepandin. Ev qedexe yek ji prensîbên ku dewleta hiqûqê dixe meriyetê ye. Her çend di Destûra Bingehîn de dewlet wekî dewleta hiqûqê tê binavkirin û prensîba herî bingehîn û garantiya dewleta hiqûqê jî prensîba 'paşverûbûna qanûnan' e jî, bi guhertinê re qanûn rasterast ji bo girtiyên li girtîgehê tên sepandin. Rêyek ku em di demên awarte de jî pê re rû bi rû nebûn. Xala 38'an a Destûra Bingehîn û xala 7'emîn a Qanûna Cezayê ya Tirk xaleke ferz e û ji nîqaşê re nayê vekirin. Dadgeha Destûra Bingehîn di yek ji biryarên xwe yên derbarê nepêkanîna yasayan bo dema borî de got, ‘Ewlehiya yasayî ya ku dewleta hiqûqê mecbûr e pêşkêş bike, wek rêgez pêwîst e ku qanûn paşverû neyên sepandin.’ Ji ber vê sedemê li gorî 'prensîba paşvenexistina qanûnan' ev hincet heye ku ji ber ku zagonên piştî roja ketine meriyetê li ser rewşên hiqûqî dikarin bên sepandin, qanûnek paşerojê 'ji bo bûyerên berê derbas nabe’.
ASTENGKIRINA BERDANA GIRTIYAN
Dema desteyên Îdare û Çavdêriyê der barê girtiyan de biryara halê baş dide şîroveyên razber û subjektîf diike. Her wiha ji girtiyên siyasî jî beyanên poşmaniyê dixwaze. Ji ber vê biryarê bi sedan girtiyên polîtîk ji mafên xwe yên berdana bi şert û berdana kontrolî mehrûm mane. Li hin girtîgehan beriya girtiyan bin cem desteye berdana wan tê astengkirin. Girtî serî li me didin û radigihînin. Wezîfedarên desteye ji girtiyan pirsên polîtîk dikin û di çarçoveya van pirsan de darazek tê avakirin. Desteyên girtîgehan bi hincetên cuda berdana girtiyan asteng dikin. Girtiyên ku berdana wan tên astengkirin serî li dadgeriya Înfazê û Dadgehên Cezayê Giran didin. Îtîraz ango serlêdanên wan bêhincet tên redkirin. Desteya Îdare û Çavdêriyê jî di heman wextê de biryaran erê dike.
CARA DUYEM TÊN CEZAKIRIN
Hema bêje desteyên girtîgehan der barê hemû mafên girtiyan de biryar dide û bi giştî hemû mafên girtiyan bi awayên cihê asteng dike. Ev yek jî di serlêdanên bo komeleya me de jî tê fêmkirin. Desteyên girtîgehan bi astengkirina berdana girtiyan cezakirina duyemîn li girtiyan ferz dikin. Astengkirina berdana girtiyan, jiholêrkirina mafê hêviyê hem bandorek neyînî li ser girtiyan hem jî li ser malbatên wan dike. Em wek Komeleya Mafên Mirovan dixwazin ku Desteyên Îdare û Çavdêriyê yên ku azadiya girtiyan asteng dike bê betalkirin û girtiyên dema berdana wan hatiye demildest bên berdan.
STENBOL
Komîsyona Girtîgeha Navendî ya Şaxa ÎHD’a Stenbolê têkildarî biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê û astengkirina berdana girtiyan li avahiya xwe ya komeleyê ku li navçeya Beyoglûyê ye civîna çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniya ku pankarta “Bila lijneya çavdêrî û îdareyê ya berdana girtiyan asteng dikin bê betalkirin” hate vekirin de Hevseroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî metna daxuyaniyê ya hevpar xwend.
RIHA
Şaxa ÎHD’a Rihayê jî bi daxwaza rakirina Lijneya Îdare û Çavdêriyê li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Ji bilî endamên komeleyê, endamên rêxistina DEM Partiyê yên Rihayê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Rihayê jî beşdar bûn. Di civînê de Berdevkê Komîsyona Girtîgehan ê Şaxa ÎHD’a Rihayê Bawer Gul metna hevpar xwend.
WAN
Şaxa ÎHD’a Wanê têkildarî mijarê li avahiya şaxa xwe daxuyanî da. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Wanê Mehmet Salîh Coşkûn li Navenda Giştî ya ÎHD’ê metna hevpar xwend.
AMED
Şaxa ÎHD’a Amedê têkildarî daxwaza “Betalkirina Lijneyên Îdare û Çavdêriyê” li avahiya şaxa xwe daxuyanî da. Metnê daxuyaniyê endama Komîsyona Girtîgeha Şaxa ÎHD’a Amedê Esra Saçaklidir xwend. Saçaklidir da zanîn ku taloqkirina berdanan bandoreke neyînî hem li girtiyan hem jî li malbatan dike, xwest Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê bên betalkirin û girtiyên ku şert û mercên wan ên berdanê hene demildest bên berdan.
DÊRSIM
Li Dêrsimê jî Şaxa ÎHD’ê li Kolana Hunerê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila lijneyên çavdêrî û îdareyê yên ku azadiya girtiyan asteng dikin û mafê heviyê ji holê radikin bên betalkirin” hate vekirin. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên Lijneyên Çavdêriyê yên Îdareyê û hate xwestin ku lijne bên rakirin.
ÊLIH
Rêveberên Şaxa ÎHD’a Êlihê jî li ber komeleyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankartên “Em li girtîgehan ne mirinê jiyanê diparêzin” , “Dimirin bêdeng nemîne” hatin vekirin. Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Sînan Îslam Gegîn jî wiha got: “Em dixwazin ku Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê bên betalkirin û girtiyên ku şertên wan ên berdanê hene demildest bên berdan.”
COLEMÊRG
Şaxa ÎHD’a Colemêrgê jî têkildarî mijarê li avahiya xwe ya li Geverê daxuyanî da. Parêzerên OHD’î tev li daxuyaniyê bûn. Rêveberê şaxê Eren Baskin daxuyaniya hevpar xwend.
ŞIRNEX
ÎHD'a Şirnexê jî li bi heman armancê bi beşdariya Odaya Bijîşkan a Şirnexê, Nûnerên Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) a Şirnexê, Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez daxuyanî dayîn. Serokê Lijneya Kontrolkirinê ya Şaxa ÎHD'ê ya Şirnexê Hasan Bîlgîç daxuyanî xwend. Bilgîç daxwaz kir ku Desteya Îdare û Çavdêriyê yên girtîgehan mafê girtiyan ê berdana bi şert demildest pêk bîne û girtî bên berdan.