Beriya mitînga ‘azadiyê’ astengî: Her der Amed her der berxwedan

  • rojane
  • 13:38 12 Cotmeh 2024
  • |

STENBOL - Welatiyên xwestin ji bo mitînga “azadiyê” ya Amedê derkevin rê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Gelek welatiyên bi derfetên xwe derketin rê bi dirûşmeya “Her der Amed her der berxwedan” nerazîbûn nîşan dan. 

Gelek welatî ji Stenbolê bi wesayîtên xwe yên şexsî ji bo tev li mitînga “azadiyê” ya Amedê bibin, derketin rê. 
 
TEVÎ ASTENGIYÊ JÎ GELEK WELATIYAN BERÊ XWE DA AMEDÊ 
 
Gelek welatî li navçeyên Esenyurt, Bagcilar, Sancaktepe, Sultanbeylî, Arnavuktoy, Beyoglu, Tuzla, Pendîk, Umraniye, Kuçukçekmece/Sefakoy, Bakirkoy/Încîrlî, Uskudar û Kartalê li nokteyên dê otobus jê rabin li kom bûn. Welatiyan demek dirêj li ber stranên kurdî govend gerandin. 
 
Polîsan bi hinceta “qedexekirina mitîngê” welatiyên xwestin ber bi Amedê ve derkevin rê asteng kir. Li ser vê yekê hin welatiyan bilet stendin û bi fîrmayên cuda yên otobusan siwar bûn û ber bi Amedê ve derketin rê. Hin welatî jî bi wesayîtên xwe yên şexsî derketin rê. 
 
SANCAKTEPE
 
Li nokteyên kombûnê bertek nîşanî astengiyê hat dayîn. Li ber avahiya DEM Partiya Navçeya Sancaktepeyê daxuyanî hat dayîn û nerazîbûn nîşanî astengiyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên “Her der Amed, her der berxwedan” û “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” hatin berzkirin. Hevberdevkê DEM Partiyê yê Herêma 1’emîn Îlhan Çelîk axivî û diyar kir ku gelan berê xwe daye Amedê û got: “Em ji bo azadiya birêz Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd di 13’ê Cotmehê de li Amedê kom bibin. Em ê li wir peyamên xwe bidin. Em her kesî vedixwînin Amedê. Bila rêya her kesî vekirî be. Em bi hêviya ku di mitînga Azadiyê de hev bibînin.” 
 
BAGCILAR 
 
Welatiyên li ber avahiya DEM Partiya Navçeya Bagcilarê kom bûn jî bi astengiya polîsan re rû bi rû man. Li taxa Yavuz Selîma Bagcilarê daxuyanî hat dayîn. Rêveberê DEM Partiyê Turan Kizilkaya axivî û di kêliya axaftinê de dirûşmên “Silav silav hezar li Amedê”, “Her der Amed, her der berxwedan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hatin berzkirin. 
 
Turan Kizilkaya anî ziman ku mafên wan ên demokratîk tên astengkirin û ew qedexe û astengiyan qebûl nakin û got: “Wê her kes ji bo aştiyê û azadiyê li Amedê be. Ruh û dilê me bi Amedê re ye.”