Meclis li hezar û 93 kesan qedexe ye

  • rojane
  • 09:47 13 Cotmeh 2024
  • |
img

ENQERE - Bersiva daxwaznameya Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar hate dayin. Di bersivê de hate gotin ku li hezar û 93 kesan ketina Meclisê hatiye qedexekirin. 

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Ferît Şenyaşar di 9’ê îlonê de bi daxwaznameyekê serî li Serokatiya Çapemenî, Weşan û Pêwendiyên bi Gel re da û jê pirsî bê ka ketina çend kesan a Meclisê qedexe ye. 
 
Di bersivê de hate diyarkirin ku ji 9’ê îlonê ve ketina hezar û 93 kesan a Meclisê qedexe ye.