Gundê Minbicê yê Ewn Dadat hate topbarankirin

  • rojane
  • 21:50 13 Cotmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hate diyarkirin ku Tirkiye û komên paramîlîter ên girêdayî wê bi çekên giran gundê Ewn Dadat ên Minbicê topbaran kirine. 
 
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta tirk a dagirker û komên girêdayî wê di van kêliyan de gundê Ewn Dadat ê li bakurê kantona Minbicê bi çekên giran topbaran dikin.
 
Li gorî navendê dagirkeran bi 4 fuzeyan gund hedef girtine.