Edîtora ETHA’yê Gayip hate binçavkirin

  • rojane
  • 13:02 14 Cotmeh 2024
  • |
img
STENBOL - Edîtora ETHA’yê Pinar Gayip ku ji bo îfadeyê çû qereqolê, ji ber lêpirsîneke cuda hate binçavkirin. 
 
Parêzer Sezgîn Keleş ku ji ber sûcê “êrişa zayendî” ceza lê hatibû birîn, bi hinceta ku edîtora ETHA’yê Pinar Gayip derheqê bûyerê de nûçe çêkiriye, giliyê Gayipê kir. Gayip a ji bo îfadeyê çû qereqolê, bi hinceta ku di dosyayeke cuda de derheqê wê de biryara girtinê heye, hate binçavkirin. Têkildarî dosyayê agahî nehatin bidestxistin. Gayip, li Qereqola Şehît Sînan Acar a li Kocamûstafapaşayê tê ragirtin. Tê payîn ku Gayip piştî kontrola tenduristiyê sewqî edliyeyê bê kirin.