Dayikên Aştiyê û 3 rojnameger hatin binçavkirin

  • rojane
  • 16:14 15 Cotmeh 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Leşkeran êrişî çalakiya “Ji şer re na, a niha aştî” ya li Silopiyayê kirin. Di êrişê de 3 rojnameger, gelek Dayikên Aştiyê, Hevşaredarê Cizîrê û rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin. 

 
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê li bajarokê Tilqebîn ê navçeya Silopiya ya Şirnexê bi daxwaza “Ji şer re na, a niha aştî” hatin ba hev. Ji Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Colemêrg, Riha, Sêrt û Mêrsînê jî gelek Dayikên Aştiyê tev li çalakiyê bûn. Leşkeran êrişî çalakiyê kirin. 
 
Di êrişê de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut û Mahmût Altintaş, nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren û gelek Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin. Hat zanîn ku di dema binçavkirinê de rojnameger û dayik hatine derbkirin. 
 
Her wiha hat zanîn di êrişê de Hevşaredarê Cizîrê Abdurrahîm Dûrmûş û gelek rêveberên DEM Partiyê jî hatine binçavkirin.