Dayikên Aştiyê: Dê têkoşîna me bidome

  • rojane
  • 10:50 16 Cotmeh 2024
  • |
ŞIRNEX - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên di çalakiya nobetê ya li Tilqebînê de wiha gotin: “Heta ku aştî û aramî tê vî welatî dê têkoşîna me bidome.”
 
Çalakiya nobetê ya endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ku bi dirûşma “Ji şer re na, a niha aştî” li bajarokê Tilqebînê yê navçeya Silopiya ya Şirnexê daye destpêkirin di roja duyemîn de berdewam dike. Ji bajarên Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Colemêrg, Riha, Sêrt, Îzmîr û Mêrsînê jî gelek Dayikên Aştiyê ji bo dengê aştiyê bêhtir bidin bihîstin hatin bajarokê Tilqebînê ku 20 km’an dûrî Herêma Federe ya Kurdistanê ye. Çalakiya nobetê heta serê sibehê bi stran, çepik û tililiyan domiya. 
 
Di roja ewil a çalakiyê de leşker û polîsan êrişî dayikan kir û rojnameger û siyasetmedar jî di nav de 22 kes bi lêdanê hatin binçavkirin. 
 
Dayikên tevî êrişan jî çalakiya xwe didomînin, diyar kirin ku dê serê xwe li ber zextan netewînin. 
 
‘BILA ÊDÎ XWÎN NERIJE’
 
Feyrûz Kurt (50) ku ji Îzmîrê hatiye û tev li çalakiyê bûye anî ziman ku divê êdî xwîn neyê rijandin. Kurt, wiha got: “Bi sala ye em qala xwişk-biratiya gelan dikin lê dewletê tu caran em weke xwişk-bira nedît. Her carê ev şer bêhtir kûr kir. Heta ku em bijîn dê her tim destê aştiyê dirêj bikin. Em ne dayikên şer, dayikên aştiyê ne. Lewma ji me ditirsin. Ew bi leşker, polîs, gaza îsotê û tankên xwe hatin. Hewl dan me bi gaza îsotê bifetisînin. Heta ji aştiyê jî ditirsin. Em aştiyê hem ji bo wan hem jî ji bo xwe dixwazin. Em naxwazin cenazeyê zarokên me û yên zarokên wan bên. Heta aştî çênebe dê xweşî nekeve nav vî welatî.” Kurt, bi bîr xist ku hatine ser sînorê Herêma Federe ya Kurdistanê û wiha pê de çû: “Em li ser vî sînorî bang dikin; bila Barzanî dev ji xiyaneta xwe berde. Bila Barzanî êdî dengê me dayikan bibihîse. Bila bes xwîna xwişk-birayên xwe birijîne. Bila destê xwe ji xiyanetê vekişîne. Dijminê me yek e. Bila êdî xwîn nerije.” 
 
Tenzîle Agatay  (53) jî ji navçeya Qoserê ya Mêrdînê hatiye û wiha dibêje: “Ji bo pêşî li rijandina xwînê û komkujiyan were girtin, em bi daxwaza aştiyê hatin vê derê. Em naxwazin êdî mirovên me bên girtin û ciwanên me bimirin. Tevî vê jî leşker û polîsan dayikên me yên pîr di nava gazê de fetisandin. Lê çi bikin jî em ê dev ji daxwaza aştiyê bernedin û ji vir bi tu cihan ve neçin.” 
 
‘ME ZAROKÊN XWE JI DARAN KOM NEKIRINE’ 
 
Fazîlet Polat (55) a ji navçeya Gevera Colemêrgê beşdarî çalakiyê bûye jî got ku daxwaza wan aramî û aştî ye. Polat, ev tişt anî ziman: “Her bihosteka vê xakê bi xwîna zarokên me hate avdan. Beşa din jî bi rondikên dayikan hate şûştin. Ma me zarokên xwe ji daran kom kirine? Her yek ji wan caneke. Mîna gelên din em jî mafên wekhev dixwazin. Tevahiya cîhanê kurd bi têkoşîna wan nas kir. Tevî ewqas êşan jî em serbilind in. Lê êdî bes e. Bila aştî bê vî welatî. Bila girtiyên me û birêz Ocalan azad bibin.” Bi domdarî Polat bal kişand ser şerê li Herêma Federe ya Kurdistanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ev şer xelas bibe divê xiyanet bisekine. Em êdî naxwazin navê Barzanî jî bibihîzin. Bila êdî dîktatorî û xiyaneta wî bi dawî bibe. Bila xelkê Başûr êdî dawî li rejîma wî bîne. Dixwazim hemû dayik bi destên hev bigirin û vê xerabiyê tune bikin. Em tifaq û yekitiya xwe çêbikin.” 
 
‘JI AŞTIYÊ DITIRSIN’
 
Ji dayikan Maşallah Işıkaslan (68) ji Sêrtê beşdarî çalakiyê bûye. Işikaslan, bi gotina “Tu biçînî dê berhema wê ew be” bal kişand ser hevkariya Barzanî-Tirkiyeyê. Işikaslan, anî ziman ku qîrîna dengê aştiyê zehmetiyên xwe hene û wiha got: “Dema me ji bo aştiyê xwest bên vê derê, her 50 metreyan carekê em dan sekinandin û lêgerîn kirin. Em ji bo aştiyê biqîrin hatine vê derê. Lê wan bi dijminanî êrişî me kir. Bila wekhevî û azadî hebe. Em dijminatiyê naxwazin. Ji daxwaza aştiyê ya dayikên dilkeser ditirsin. Lê çi bikin jî em ê dîsa aştiyê biqîrin. Ji ber ku tu kîjan kevirî rakî, di bin de bedena zarokên me yên simbêl qeytan, por zer derdikevin. Bila êdî xwîn nerije. Ev dinya besî me tevan e.” 
 
Kamîle Şîmşek (60) a ji Êlihê hatiye jî got ku tiştên li wan hatin kirin zilmeke mezin e. Şîmşek, ev tişt anî ziman: “Ma Barzanî kurd nîne? Şerm e, guneh e. Leşker û tankên Tirkiyeyê vediguhêze ser xaka xwe. Ji bo şer bisekine em hatin vê derê. Çiqas êriş jî bikin em ê paşvegavê neavêjin. Heta aştî tê em ê têbikoşin." 
 
‘DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’
 
Ji dayikan Nafiye Yîgît (60) a ji Amedê hatiye Şirnexê jî dibêje “Em naxwazin êdî xwe bi darbestan wer kin” û wiha got: “Bi sala ye li her çar parçeyên Kurdistanê şer heye. Em dayik şer naxwazin. Em aştiyê dixwazin. Em hatine vê derê û careke din destê aştiyê dirêj dikin. Lê belê yên li hemberî me tenê şer dixwazin. Her roj balafiran ser serê zarokên me difirînin. Bi tank û topên xwe zarokên me qetil dikin. Her roj em cenazeyên zarokên xwe radikin. Êdî tehemûla me nema ye. Em vî şerê qirêjî naxwazin. Bila Barzaniyê ku rê dide vî şerê qirêjî, xaka xwe li ber Tirkiyeyê vekirî û dibe sedema mirina zarokên me, ji xiyaneta xwe vegere. Barzanî vê yekê ji bo berjewendî û textê xwe dike. Ma ji xwînê têr nebû?” 
 
Yîgît, destnîşan kir ku îktîdara AKP’ê ji dersokên spî yên dayikan ditirse û axaftina xwe wiha qedand: “Îktîdara AKP’ê ji dersokên me yên spî ditirse. Êrişa wan a li dijî me, nîşaneya tirsa wan e. Lê çi bikin jî dayik ne ji wan ne jî ji tank û topên wan ditirsin. Dê dayik destê aştiyê her dirêj bikin. Heta aştî û aramî tê vê xakê dê têkoşîna me bidome.” 
 
MA / Omer Akin