Li Xarpêtê ji ber erdhejê 94 kes birîndar bûn

  • rojane
  • 16:07 16 Cotmeh 2024
  • |
img
AMED - Waliyê Xarpêtê Nûman Hatîpoglû ragihand ku di erdhejê de 94 kes birîndar bûn e û di du avahiyan de xesar tespît kirine. 
 
Îro erdheja ku navenda wê navçeya Kale ya Meletiyê bû bi pileya 5.9 erdhej pêk hat. Li bajarên wek Amed, Êlih, Riha, Meletî, Xarpêt û Dêrsimê jî erd hejiya û bû sedema tirs û fikaran. Waliyê Xarpêtê Nûman Hatîpoglû têkildarî erdheja qewimî daxuyanî da û destnîşan kir ku li gorî lêkolînên wan kiriye; li Xarpêtê 94 kes birîndar bûn e û di du avahiyan de jî xesar pêk hatiye. Hatîpoglû da zanîn ku gelek kesan ji ber tirs û xofê xwe avêtine û lewma gelek kes birîndar bûn e. 
 
Hatîpoglû ji bo tevdîra erdhejê banga hişyariyê li xelkê bajêr kir û got ku ji ber erdhejê kevir û tat gindirî ser rêyên gundan bûne û lê rê nehatine girtin û tîmên wan mudaxileyî vê yekê dikin.