Li Herêma Kurdistanê dengdana taybet destpê kir

  • rojane
  • 09:17 18 Cotmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Herêma Kurdistanê dengdana taybet ya ji bo hilbijartinên parlamentoyê dest pê kir.
 
Dengdana taybet a li 4 herêmên başûrê Kurdistanê, Kerkuk û 7 bajarên Iraqê dest pê kir. Di dengdana taybet de tenê hêzên ewlekariyê dengê xwe didin. Mafê dengdanê yê 215 hezar û 960 kesan îro heye ku dengê xwe bidin.
 
Ji bo dengdana taybet a hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê 165 navendên dengdanê hatine vekirin. Li Hewlêrê 62, li Silêmaniyê 57, li Dihokê 33 û li Helebceyê jî navendeke dengdana taybet heye. Ji bilî çar bajarên Herêma Kurdistanê, li Kerkuk, Bexda, Selahedîn, Nînowa, Diyale, Wasit û Enbarê jî navendên dengdanê hatine danîn.
 
Karûbarên dengdanê saet 07:00’an dest pê kir û dê heta saet 18:00’an berdewam bike. 
 
Hêjayî gotinê ye dengdana giştî wê di 20’ê mehê de pêkwere.