Saziyên ‘herî jênebawer ên Tirkiyeyê’: Partiyên siyasî û Diyanet

  • rojane
  • 10:52 18 Cotmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ensîtûya Xebatên Civakî lêkolîna qadê ya “Meylên Civakî” parve kir. Li gorî lêkolînê, Diyanet û partiyên siyasî “du saziyên herî jênebawer ên Tirkiyeyê” hatin diyarkirin. 
 
Enstîtûya Xebatên Civakî di navbera 19-22’yê de bi hezar û 514 kesan re anketa “Meylên Civakî” li dar xist. Di anketê de saziyên “herî jênebawer” hatin lêkolînkirin. Li gorî nûçeya BîrGunê; di xebata li qadê de pirsa “Gelo hûn dikarin du saziyên herî jênebawer ên Tirkiyeyê diyar bikin?” hate kirin. Encamên anketê wiha ne: 
 
* Partiyên siyasî: Ji sedî 25,1
 
* Serokatiya Karûbarên Diyanetê: Ji sedî 18,8
 
Piştî partiyên siyasî û Diyanetê, rêjeya bersiva pirsa “saziyên herî zêde baweriya we pê nayê kîjan e?” wiha hatin destnîşankirin: 
 
* Saziyên darazê: Ji sedî 18,4
 
* Hikûmet: Ji sedî 14,3
 
* TUÎK: Ji sedî 8,7
 
* Muxalefet: Ji sedî 7,2
 
* Meclis: Ji sedî 4,9
 
* RTUK: Ji sedî 2,1