Li Edeneyê malbatên Oz û Demîr li hev anîn

  • rojane
  • 19:22 20 Cotmeh 2024
  • |
img
EDENE - Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê malbatên Oz û Demîr ên di navbera wan de dijminatî hebû li hev anîn. 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) malbatên Oz û Demîr ên di navbera wan de dijminatî hebû li Taxa Daglioglû ya girêdayî navçeya Seyhan a Edeneyê li hev anîn. Parlamenterên DEM Partiyê Kamûran Tanhan û Alî Bozan û endamên partiyê, ferdên malbatên Oz û Demîr û gelek kes beşdarî merasîma lihevanînê bûn. Di axaftinên hatin kirin de bal kişandin ser girîngiya aştiyê û piştî ferdên malbata Oz û Demîr çûn destê hevdû li hev hatin. 
 
Di aktîvîteyê de xwarîn jî hate dayîn.