WAN - Mehmet Ortekîn ê li gundê Verezûz ê navçeya Miksê ku zivistan 6 mehan lê dewam dike amadekariyên xwe yên zivistanê didomîne, anî ziman ku ew xwarina xwe di binê erdê de depo dikin û got: “Bêguman dema em li binê erdê depo dikin, tehma xwarinê hîn baştir dibe.”
Li navçeya Miksê ya Wanê ku ji ber şert û mercên dijwar ên zivistanê têkiliya wê 6 mehan ji cîhanê qût dibe weke “Gerestêrka 9’emîn” hatiye binavkirin amadekariyên zivistanê dewam dikin. Ji bo ku 6 mehan bêpirsgirêk derbas bikin li gundê Verezûzê amadekariyên zivistanê bênavber didomin. Şêniyên gund bi rêbazên kevneşopî amadekariyan dikin. Şert û mercên dijwar ên hewayî ku wê zivistan bi xwe re bîne, fikaran zêde dike. Li navçeya ku ji ber barîna berfa zêde têkiliya wê bi cîhanê re qût dibe, stokkirina xwarinan û komkirina daran a ji bo germkirinê gelekî girîng e. Şert û mercên zehmet, li navçe û gundên wê hevgirtineke xurt bi xwe re tîne.
Jinên ku ji bo stokkirina xwarinê, ziwakirina berhemên xwe, amadekirina penîrê zivistanê û peydakirina êzingan di nava hewldaneke zêde de ne, li dijî bandorên neyînî yên demsala zivistanê ya dirêj li ser tenduristiya wan bike jî amadekariyan dikin. Jin hewl didin li dijî nexweşiyên ku dibe di demsala zivistanê ya dirêj de rû bidin, bi ziwakirina giyayên xwezayî, macûnên ji tevlihevkirina guz û hingiv pêk tên tedbîran bigirin. Xwarinên kevneşopî yên weke keledoş û gûzgez ên sîstema bexşandîbûnê xurt dikin cihê xwe di nava amadekariyên zivistanê yên jinan de digirin.
Li gundê Verezûzê ku şert û mercên dijwar ên zivistanê lê tên jiyîn, daxwaza gundiyan çêkirina rêyên ku wan bi navçeyê ve girê didin û dewamkirina perwerdeya zarokan a bê pirsgirêk e. Salîha Ûgûr (40) diyar kir ku li gundê amadekariyên zivistanê lê tên kirin, zivistanê rê tên girtin û ceyran qût dibe û anî ziman ku berf gelek zêde dibare, rêyên gundê wan û navçeyê bi rojan ji hatin û çûyînê re girtî dimînin. Ûgûr, diyar kir ku amadekariyên xwe yên zivistanê bi dawî kirine û wiha got: “Em di van mehan de sêvên xwe kom dikin. Sêvên ku kom dikin di çalan (depoyên bin erdî) de vedişêrin. An jî sêvan hişk dikin, dema zivistanê nexweş dibin dikelînin û vedixwin. Em di çarçoveya pêdiviyan de derdixînin û dixwin. Sêv û hemû giyayên li vir ji bo tenduristiyê baş in. Heta meha gulanê di binê erdî de tiştek bi wan nayê. Em di demsala biharê de rûn, mast û penîr çêdikin û ji bo zivistanê amade dikin. Yek ji pirsgirêka herî mezin jî ew e ku zivistanê av nîne, ava heyî jî diqerise. Em nikarin cilên xwe bişon, dema nexweş bûn nikarin biçin nexweşxaneyê. Bi gelek pirsgirêkên weke van re rû bi rû dimînin.”
‘EM BI DEPOKIRINÊ XWARINAN DIPARÊZIN’
Mehmet Ortekîn (40) ê bi salan e li gund dijî diyar kir ku li Miksê jiyan zor e û anî ziman ku mirovên li vir debara xwe bi sewalkarî û cotkariyê dikin. Ortekîn, destnîşan kir ku debara wan sewalkarî ye û got: “Em ji şîr û hiriya sewalan sûdê digirin. Em ê niha ji bo ku hiriyê bikin doşek û lihêv paqij bikin û bişon. Ji ber ku encax dikarî bi hiriyê xwe ji sarmaya vê derê biparêzî. Em xwarinan bi depokirinê diparêzin, ji ber ku zivistanê ceyran nînin. Dema em depo nekin xwarin xera dibin. Dema em li binê erdê depo dikin tehma xwarinan xweştir dibe.”
‘ZAROK BI ZIMANÊ DAYIKA XWE PERWERDE NABIN’
Ortekîn, bi lêv kir ku ji ber zehmetiyên zivistanê pirsgirêka zarokan a perwerdehiyê jî heye û destnîşan kir ku ji ber rê tên girtin zarok ji perwerdehiyê bi paş ve dimînin. Ortekîn, anî ziman ku zarok zêdetir bi kurdî diaxivin, ji ber perwerdehiya bi zimanê dayikê nîne zarok bi paş ve dimînin û wiha domand: “Qet mamoste tayînî vir nabin, dema dibin jî zû diçin. Zarokên me rast û dirûst perwerde nabin. Sedemê vê yê herî mezin jî ew e ku bi zimanê dayika xwe perwerde nabin. Em dixwazin zarokên me bi zimanê dayika xwe perwerde bibin. Çima mamosteyê ingilîzî tê û mamosteyê kurdî nayê? Ev ji bo pirsgirêkeke girîng e û em dixwazin ev pirsgirêk were çareserkirin.”
MA / Rûken Polat - Ozlem Yacan