AMED - Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak a di Civîna Hevpar a Konseyê û Lijneya Rêveberiyê ya UCLG-MEWA’yê de axivî, wiha got: “Tevî ku çand, ziman û baweriyên me cuda ne jî ji bo avakirina torên piştevaniyên yên di nava herêman de em li cihê wê ne û di dema rast de ne.”
Civîna Hevkar a Konseyê û Lijneya Rêveberiya Teşkîlata Herêmên Rojhilata Navîn û Rojavayê Asyayê ya Rêveberiyên Herêmî û Bajarên Yekbûyî (UCLG-MEWA) bi malovaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Amedê dest pê kir. Civîn li otelekê bi mijara “Dîplomasiya Herêmî: Avakirina Pêşeroja Bajariyî” tê lidarxistin. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn, Sekreterê Giştî yê UCLG-MEWA’yê Mehmet Dûman û nêzî 30 hevşaredarên netewî û navnetewî, û rêveber tev li civînê bûn.
Sekreterê Giştî yê UCLG-MEWA’yê Mehmet Dûman ê di civînê de ewilî axivî, diyar kir ku UCLG-MEWA’yê 20 sal li pey xwe hiştin û anî ziman ku ji bo ku li herêmê rêveberiyên herêmî bên xurtkirin û rojevên herêmî veguhêzin qada navnetewî bi biryarî diqebitin. Dûman wiha domand: “Çand û cihê stratejîk ê dewlemend ê Rojhilata Navîn her tim girîngiya xwe parastiye. Lê belê herêma me îro bi kaoseke gelekî cidî re rû bi rû ye û bi pirsgirêkên girîng ên mîna hêza hundir û derve re têdikoşe. Ev rewş bandorek kûr li hemû sazî û rêxistinên herêmê û bi taybet rêveberiyên herêmî û gelê herêmê dike. Weke rêveberiyên herêmî wezîfeya me ew e ku em li dijî zor û zehmetiyan yekîtiya xwe mezin bikin û bi nêzîkatiyeke rêveberiyê ya ku pêşî li wekhevî, aştî û edaletê digire, tevbigerin.”
BAL KIŞAND SER QIRKIRIN Û DAGIRKERIYÊ
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak jî anî ziman ku ew ê di hevdîtinên du rojan de mijarên girîng ên di rojeva bajaran de nîqaş bikin û wiha got: “Bêguman em ê ji van nîqaşan di asta herî bilind de sûdê werbigirin û ji bo bajarên xwe encamên erênî bi dest bixin. Lê em kêm in em bi kêmbûna xemginiyê hatin cemhev. Medixwest bi hemû şaredar û rêveberên Rojhilata Navîn û rojavayê Asyayê re bên bahev. Diviya Serokê UCLEG-MEWA’yê yê hêja Tayseer Abu Sneineh, şaredarên endam, nûnerên rêveberiyên herêmî li vir bûna lê ji ber polîtîkayên şer, qirkirin û dagirkeriyê yên li welat û herêmên xwe nekarîn bi awayekî fizîkî beşdarî civînê bibin.”
Bûcak, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêviya min heye ku em ê rojekê bêkêmasî van eywanan dagirin. Ez dixwazim weke yek ji hevşaredarên ku azadiya wan a tevgerînê ji aliyê hikumetê ve hatiye sînordarkirin biaxivim.” Bûcak, bal kişand ser girîngiya tecrubeyên hevpar û wiha berdewam kir: “Em her çiqas di erdnîgariyên cuda de bijîn, bi zimanên cuda biaxivin jî ev astengî me di tecrubeyên hevpar de dike yek. Ji vê hêlê ve ez dîsa dixwazim balê bikişînim ser wê ku dîplomasiya xwe cih ji bo zêdekirina hevkariya bajar û herêman û mîsogerkirina aştiyeke mayinde û birûmet xwedî girîngiyeke mezin e. Kanalên diyalogan ên li ser asta herêmî hatine vekirin dikarin dengê gelan bigihînin qada navneteweyî û rê li ber çareseriyên aştiyane li ser asta herêmî û navneteweyî vekin.”
‘DIVÊ EM DENGÊ AŞTIYÊ BILIND BIKIN’
Bûcak, da zanîn ku bi bêfonksiyonkirina rêveberiyên herêmî re rû bi rû ye û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Ji bilî hewldana ku şaredariyan bînin asta ku nikarin bixebitin, civak rastî siyaseta dijberiyê tê. Em encamên vê her roj li bajarên xwe dibînin. Jin ji aliyê zilaman ve tên kuştin, zarok tên windakirin, kuştin! Navendên bajaran dibin şahidê xizaniya herî zêde, bêkariya ciwanan ji her demê zêdetir e. Jin û ciwan bi bêpêşerojî û bêhêvîtiyê re rûbirû ne. Em neçarin dengê aştiyê ku pêdiviya me hemûyan e bilind bikin. Ji ber ku li erdnîgariyeke ku aştî lê nebe, demokrasiya herêmî jî neçare veguhere têgeheke vala. Li erdnîgariyeke ku aştî lê nîne, xizmetên şaredariyê wê her tim nîvco bimînin û têrê neke. Ji ber vê yekê tevî ku çand, ziman û baweriyên me cuda ne jî ji bo avakirina torên piştevaniyên yên di nava herêman de em li cihê wê ne û di dema rast de ne.”
Civîn berdewam dike.