NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan piştî 43 mehan cara ewil li Îmraliyê bi Omer Ocalan re hevdîtin kir.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, 43 mehan piştre cara ewil bi biraziyê xwe Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Omer Ocalan re hevdîtin kir.
Omer Ocalan têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev agahî parve kir: “Bi birêz Abdullah Ocalan re herî dawî di 3’yê adara 2020’an de hevdîtina rû bi rû hatibû kirin. Weke malbat me piştî bi salan di 23’yê cotmeha 2024’an de bi birêz Ocalan re hevdîtin kir. Hevdîtina bi malbatê re mafekî qanûnî ye û em dixwazin şert û merc çi dibin bila bibin divê ev hevdîtin bidomin.”